30 Mijdar 2015•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2015
HEWLÊR
Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Helgurd Hîkmet, destnîşan kir ku hêzen pêşmerge ê beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin û wê girêdayî polîtîkaya hêzên hevpeymanan bin.
Helgurd Hîkmet di axaftina xwe da ji bo nûçegihanê AAyê, mijarên weke rizgarkirina Mûsilê ji destê rêxistina terorê ya DAEŞê û rageşiya di navbera Pêşmerge û Heşdî Şebî ya li Tûzxurmatuyê, nirxandin.
Hîkmet destnîşan kir ku ê pêşmerge beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin û wê girêdayiyê polîtîkaya hêzên hevpeymanan bin û got, "Ji bo rizgarkirina deverên di destê DAEŞê da emê di têkoşîna xwe ya çalak da berdewam bin."
Berdevkê Wezareta Pêşmerge anî ziman ku Pêşmerge take hêzek e ku di bejayiyê da têkoşîneke serkeftî li dijî DAEŞa terorîst dike û got, "Pêşmerge li dijî rêxistinekê şer dike ku ji bo hemî cîhanê tehdîd e. Pêşmerge tekane hêz e ku li dijî terorê nûneriya hêzên hevpeymanan dike. Siyaseta hevpeymanan yê ku li ser erdê cîbicî dike Pêşmerge ye."
Hîkmet destnîşan jî kir ku erk û wezîfeya Pêşmerge û rêwşûnên ku bigire ji aliyê "Navenda Operasyonan ya Hevbeş"ê bê diyarkirin.
Berdevkê Wezareta Pêşmerge der barê rageşiya di navbera Pêşmerge û Heşdî Şebî li Tûzxurmatû da got, "Navçeya Xurmatuyê cihekî taybet e ku kurd, ereb û tirkmen lê dijîn, ol û mezhebên cuda tê da hene. Di çarçoveya Maddeya 140î da devereke hessas e. Ji bo Herêma Kurdistanê girîngiya wê gelek e. Herwiha ji bo ku cihekî ji pêkhatên cuda pêktê ê hêzên Pêşmerge li Tûzxurmatuyê girêdayî siyaseta hevpeymanan be."