30 Mijdar 2015•Rojanekirin: 30 Mijdar 2015
ANKARA
Cinazê pîlotê balafira ûris ya ji ber ku sehaya hewayê ya tirk îxlal kiribû hatibû daxistin, şandin Rûsyayê.
Hat ragihandin ku cinazê pîlot ji Balafirgeha Esenbogayê ya Enqereyê şandin welatê wî.
Cinaze duh bi balafireke Hêzên Hewayê ve anîbûn balafirgeha leşkerî ya Etîmesgutê. Rayedarên leşkerî ên tirk û yên Balyozxaneya Enqereyê ya Rûsyayê cinaze pêşwazî kiribûn.
Balafira şer a Rûsyayê li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê sehaya hewaya tirk îxlal kiribû. Di nav 5 deqîqeyan de 10 caran hişyarî dabûn balafirê, lê balafirê îxlala xwe ya sînor dewam kiribû. Li ser vê du balafirên şer ên tirk F-16 yên ku li herêmê wezîfeya dewriyeyê dikirin di çarçoveya prensîbên angajmanê de li balafira Rûsyayê xistibûn. Rûsyayê qebûl kiribû ku ev balafira ku li herêma Bayirbucaka Sûriyeyê hatiye xistin balafira wan e.