29 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2017
DIYARBAKIR
Berdevk û Parlementerê Qersê yê Partiya Demokrata Gelan (HDP)ê Ayhan Bîlgen ku îro di çarçoveya lêpirsîna terorê da li Enqereyê hatibû binçavkirin, li Diyarbekirê derxistin dadgehê û serbest hat berdan.
Bîlgenê ku di çarçoveya lêpirsîna terorê da ya ku ji aliyê Serdozgeriya Diyarbekirê va tê ajotin, li Enqereyê hatibû binçavkirin, li Diyarbekirê derxistin pêşberî hakim.
Piştî karûbarê îfadedayinê li dozgeriyê, Bîlgen ji sûcê "endambûna rêxistina terorê ya çekdar" bi daxwaza girtinê sewqî hakimtiya silh û cezayê ya nobedar kirin.
Dadgehê bi şertê kontrola edlî Bilgen serbest berda.