25 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2017
ANKARA
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya partiya xwe da axivî.
Serokomar Erdogan, der heqê pêşniyaza DYAyê ya ji bo guhertina navê YPGyê de got: "Bala xwe bidin vê îfadeyê 'rêxistina terorî YPG, ji ber vê yekê YPGê bikarneynin, SDGê bikarbînin yanî Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê...' Lê belê êdî çi dikin bila bikin nikarin xwe veşêrin. Ev eşkere ye."
Ji axaftina Serokomar Erdogan hin sernav ev in:
"Berê di pirtûkên li dibistanan didan xwendin de bi qestî û xeletî dihat gotin ku 'ereban îxanetî me kir." Divê edî ev derew ji holê bê rakirin.
Îro leşkerên Îsrailê hedîseyên pir piçûk dixin behane, bê perwa bi postalên xwe baxçeyê Mescida Eqsayê qirêj dikin, li wê derê bi hêsanî xwîna misilmanan dirêjin. Sedema vê yekê ew e ku em bi têra xwe li Qudsê xwedî dernakevin.
Tu yê rabî li welatê xwe destûrê nedî Serokomarê Tirkiyeyê û wezîran; lêbelê sîxûrên te ew ê bên li otêlên vê derê kêfa xwe bikin û welêt parsêl bikin. Tiştekî wisa tune. Hûn ê yan rêz bigirin û bi me ra mitefiktî, şirîktiyeke adil û wekhev daynin yan jî bersiva bêrêziya ku nîşan didin bistînin.
Kesên ku dixwazin bi mijarên şexsî di medyaya civakî û medyaya din da bi xeber û dîmenên derew û şaş va gelê me li dijî sûriyeyiyan tehrîk bikin herî kêm bi qasî alîgirên PKKê, bi qasî alîgirên FETOê îxnanetê li vî gelî dikin, bila bizanibin. Kêm zêde em texmîn dikin ku li pişt van provokasyonên li dijî sûriyeyiyan kîjan hêz hene. Ez ji miletê xwe hêvî dikim bila li hemberî van hewl û xeberên derew baldar bin."