Ekip
11 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê biryara Qudsê de rexne li Serokê Amerîkayê Donald Trump girt û got: "Amerîka bi biryara Qudsê bûye şirîka xwîna tê rijandin. Em vê biryarê nas nakin û emê nas nekin. Biryara Trump me jî eleqedar nake Qudsê jî"
Serokomar Erdogan beşdarî Bernameya Roja Mafê Mirovan li Cîhanê bû ku li ATO Congresiumê hatibû sazkirin. Erdogan li vir daxuyaniyên giring dan.
Di destpêkê de li ser biryara Qudsê sekinî û Serokomar Erdogan wiha axivî: "Yên ku îro xwe xwediyê Qudsê zen dikin, bira bizanibin ku wê sibê darekê jî nebînin ku xwe di piştê da veşêrin"
Serokomar Erdogan rexneya xwe domand û got: "Yên ku Qudsê ji misilmanan û kesên ji dînên din re dikin zindan wê tu carê nikaribin xwîna ku destê wan ketiyê paqîj bikin."
Li ser helwesta Tirkiyê jî wiha axivî: "Mafê tu kesî tune ku ji me pirs bike bê ka em çima mezlûm û mexdûran li welatê xwe disitirînin. Heke li dinyayê di mijara xwedîderketina penaberan de xelatek bê dayîn, welatê ku herî zêde vê heq dike Tirkiye ye."
Li ser mezinbûna Tirkiyeyê jî wiha nirxandin kir:
"Rêxistinên fesad ên navxweyî û dereke ji bo ku Tirkiyeyê lawaz nîşan bidin dixebitin, lê bi reqemên pêşketinê cewaba wan a herî baş hat dayîn. Tirkiyeyê tu kesê ku bi xwe bawer e, veberhênanê dike xeyalşikestî nekiriye, wê neke jî."