ANKARA
Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan digel Serokwezîrê Îngilistanê Davîd Cameron, bi telefonê der barê Sûriyê de guftûgoyek kir.
Li gorî çavkaniyên wezaretê, her du serokan der barê Sûriyê de guftûgo kir û diyar kirin ku rêveberiya Şamê li hemberê gelê xwe bê tirs û xof çekên kîmyewî bi kar tîne. Lê ew ê civakên navneteweyî li hemberî vê bêwijdaniyê bê deng nemînin.
Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan bi Serokwezîrê Danîmarkayê Helle Thornîng Schmîdt re jî bi têlefonê di der barê bûyerên Sûriyê de guftûgo kir.
Ev demek e Erdogan der barê bûyerên Sûriyeyê de bi têlefonê guftûgoyan didomînê. Serokwezîr bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî û got ku li hemberê vê yekê divê civaka navneteweyî bê deng nemîne û êdî gavên şênber û berbiçav biavêje.