08 Adar 2016•Rojanekirin: 09 Adar 2016
ÎZMÎR
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got: "Di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de derfetên kar yên pir mezin hene. Lê tişta herî giring a ku van derfetên kar bixe rewacê têkiliya dostaniyê ya herdu aliyan e. Wezîrên me wê ji vir pê ve wek ferdên malbatê wê bikevin têkiliyê, ez hêvî dikim ku nifşên pêşerojê wê pireyên dostaniyê ava bikin. Em li ser projeyên pir girîng difikirin."
Civîna Konseya Hevkariyê ya 4emîn Payebilind a Tirkiye-Yewnanîstanê li ofîsa Îzmirê ya Serokwezîrtiyê hat li dar xistin û di navbera herdu aliyan de îmze hatin avêtin. Piştî civînê Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksîs Çîpras civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.
Davutoglu ji ber 8ê adarê roja jinên cihanê pîroz kir, got ku 11 wezîr beşdarî civînê bûne û wisa dest bi axaftina xwe kir:
"Di civînê de her yek wezîrê me bi muxatabên xwe ji bo ku hevkariya me zêde bibe û ji vir pê ve gavên din bên avêtin, axivîn. Duh em bi hev re di civîna Yekîtiya Ewropayê de bûn û em bi hev re hatin vir. Ji ber vê em li ser mijarên pêwendiya Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê, qeyrana Sûriyeyê, rewşa ku ji ber qeyranê derketiye holê axivîn."
Serokwezîr Davutoglu daxuyand ku ew li ser projeyên pir girîng difikirin û wiha dewam kir: "Di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de derfetên kar yên pir mezin hene. Lê tişta herî giring a ku van derfetên kar bixe rewacê têkiliya dostaniyê ya herdu aliyan e. Wezîrên me wê ji vir pê ve wek ferdên malbatê wê bikevin têkiliyê, ez hêvî dikim ku nifşên pêşerojê wê pireyên dostaniyê ava bikin. Em li ser projeyên pir girîng difikirin. Ji bo ku di navbera Îzmir û Selanîkê de seferên ferîbotan dest pê bikin em dixebitin."
Davutoglu got ku ew dixwazin di navbera Îzmîr, Selanîk û Stenbolê de seferên trêna bilez bên kirin, di navbera Enqere û Atînayê de seferên balafiran bên kirin.
Serokwezîr Davutoglu behsa penaberên ku hewl didin ji behra Egeyê derbas bibin jî kir û wiha got: "Penaberên ku li Egeyê hatine girtin an jî yên ku dema ku hewl dane derbasî giravên Egeyê bibin hatine girtin wê ji hêla Tirkiyeyê ve bêne hildan. Lê qasî hejmara wan kesan wê penaberan bişîne Ewropayê. Ji ber vê hejmara penaberan ên li Tirkiyeyê wê zêde nebe."
Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksîs Çîpras jî got ku rewşa penaberan ên li behra Egeyê şermezariyeke mezin e û ji bo ku ev mijar bê çareserkirin ew hewl didin.
Çîpras got ku agirbesta li Sûriyeyê divê dewam bike, aştî û demokrasî pêk bê, teror bidawî bibe û ji bo van xebat bên kirin.
Serokwezîr Çîpras got ku Tirkiye û Yewnanîstan wê hewl bidin ku li gor rê û rêbazên qanûnê penaber derbasî Ewrpoyê nebin û wiha dewam kir: "Em ê têkoşîna li hember koça dereqanûnî xurttir bikin. Em di vê mijarê de bibiryar in. Di mijara trajediya koçberan de herdu welat berpirsyar nînin. Em bi tevgereke pir mirovî tevgeriyan û me bi deh hezaran mirov wek mêvan qebûl kir.