Serokatiya Bajarê Antalyayê ya BDPyê li Navenda Kongre û Fûarê ya Cam Pîramîtê xwarineke piştgiriyê li dar xist. Demirtaş li wir got ku hilbijartinên herêmî dê bibe derfeteke girîng ku gel desthilatiya xwe ava bike.
Demirtaş wiha axivî: "Di destê AKPê de bi dehan rojname û kanalên televizyonan hene. Walî, qaymeqam, patronên holdîngên wan hene. Heta niha yê ku nifira dike jî ji bo AKPê dixebitî. Lê diyar kir ku ew dê ji bo vê hilbijartinê nexebite. Rewş guherî. Çalakiya herî piçûk a partiya me re jî astengiyan derdixin. Di nav rewşeke wiha de gelo mirov dikare behsa demokrasiyê bike?"
Demirtaş got ku li dinyayê dewleta ku herî zêde xwediyê polêsan e, Tirkiye ye û wiha pê de çû:
"Ji bo daxuyaniyeke me ya çapemeniyê jî 500 polês tên. Em li hember ev qas astengiyan û benda sedî 10 ya hilbijartinê jî beşdarî hilbijartinê dibin. Heke hûn van astengiyan li ber AKPê derxin ew dê di 3 rojan de wek kaya li ber bayê belav bibin."