ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Di pêvajoya çareseriyê de mixabin min tu carî nedît ku ev heval samîmî ne. Niha jî samîmî nînin. Heke samîmî bûna bûyerên 6-7ê cotmehê, bûyerên li Cizîr û Silopiyê nediqewimîn."
Erdogan di bernameya zindî ya TRTê de bersiva pirsên rojnamegeran da. Erdogan diyar ku ji roja 28ê tebaxa ku dest bi wezîfeyê kir heta niha ji hundir û derveyê welêt bi gelek mêvanan re hat bal hev, beşdarî bernameya bû, tu rojên wî vala derbas nebûn û bi vê sayê jî hertim xwediyê rojeveke têr û tije bû û tu car ji rojevê dûr nesekinî.
Serokomar di mijara "Pêvajoya Çareseriyê" de fikr û ramanên xwe bi rojnamegeran re parve kir. Erdogan wiha got: "Di pêvajoya çareseriyê de mixabin min tu carî nedît ku ev heval samîmî ne. Niha jî samîmî nînin. Heke samîmî bûna bûyerên 6-7ê cotmehê, bûyerên li Cizîr û Silopiyê nediqewimîn. Heke samîmî bûna binihêrin, ez tiştekî din bibêjim, dewlet niha li Yuksekovayê balafirgehê çêdike lê divê heta niha ew der qedîbiya lê ji ber gef lê xwarinan û şewitandina makîneyên kar ve ewder hêjî bi dawî nebûye. Rê jî bi heman awayîne, rêyan dibirin, çelên ku li Cizîreyê hatine kolandin hûn dizanin. Bi van kirinên wan kî zirarê dibîne? Ew xwîşk û birayên min ên kurd ên ku li wê derê dijîn nabînin? Vana her hefte derdikebin û dibêjin 'em nûnerê xelkê kurd in' lê ji bo jiyaneke xweş û baş çi astengî hebe derdixin pêşberî xelkê."
Erdogan qala astên pêvajoya çareseriyê kir û got ku wan herî ewil bi navê Bervekirina Demokratîk, Biratî û Yekîtiya Hevkarî dest pê kirin û niha jî wek Pêvajoya Çareseriyê dewam dike.
Ji serokomar hat pirsîn: "Di pêvajoya çareseriyê de dê nexşereyeke çawa hebe? Hin îdiayên ku digotin wê PKK dest ji çekan bikşîne hebûn, Qendîl tıştek dibêje îmrali tiştekî din dibêje. Di vê çarçoveyê de 6 mehên çawa li pêşiya me ne?" Erdogan jî tevliheviya di navbera her du hêlan de rexne kir û wiha pê de çû: "Jigiravê talîmetek tê û hûn bala xwe didinê ji serê çiya telîmateke din tê. Ev biryarên ku tên dayîn carna hev nagirin. Dema ku hev digirin jî hûn zanin gavên ji hev cuda tên avêtin û agahî tên."
Serokomar destnîşan kir ku xelk hizûrê dixwaze û ji derdên wan ên herî sereke yek jî li Tirkiyeyê hizûr bi cih kirine.
Li ser pirsa: "Gelo ji bo ku pêvajoya çareseriyê serkeftî nebe hin aktor xebatan dikin?" jî Serokomar got:"Dema ku pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê bi cih bibe, kesên ku li Tirkiyeyê dixwazin desthilatdariyê bidestbixin û hêviyên wan ên wisa hene qet baş li vê yekê nanihêrin. Mesela em di vê meseleyê de qet netirsiyan û heta ku min wazîfe girt ser xwe em rihet tevgeriyan."