Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got ku pêvajoya çareseriyê pêvajoyek ku bi rihetî bê sekinandin an jî ji holê bê rakirin nîne. Divê em rihê pêvajoyê rast fêm bikin.
Akdogan beşdarî bernameya CNN Turkê ya zindî bû û li vir pirs bersivandin. Akdogan li ser pirsa "Gelo pêvajoya çareseriyê gihişt asteke çawa, pêvajo hat sekinandin an berdewam dike?" wiha got: "Pêvajo berdewam dike. Lewra em bi rihetî nehatin van rojan, gelek bûyer qewimîn."
Akdogan diyar kir pêvajoya çareseriyê pêvajoyeke ku bi rihetî ber lê bêgirtin an jî ji holê bê rakirin nîne. Divê em ji rihê pêvajoyê rast fêm bikin û di berdewamiya axaftinê de got ku di bin navê "Pêvajoya Vekirina Demokratîk" de hin xebat tên kirin.
Akdogan wiha pê de çû: "Bûyera Reşadiyê qewimî, pêvajoya Osloyê çêbû, êrîşa Sîlvanê pêk hat. Em çiqas nêzî çareseriyê bûn bi wî qasî provokasyon zêde bûn. Lê belê pêvajo ranewestiya, berdewam kir."
Akdogan got ku ji mêj ve ji bo çareserkirina pirsgirêkê hewl didin, rê û rêbazên cuda diceribînin û dest nîşan kir kir ku tu caran em ê nebêjin ev pirsgirêk nayên çareserkirin, çareseriya van pirsgirêkan tuneye; em ê ji bo çareserkirinê çi hewce dike bikin.
Bûyerên ku pêvajoyê jehrî dikin...
Akdogan daxuyand gava ku em bala xwe didin pêvajoyê em dibînin ku pêvajo bi du aliyan digrin dest, ji vana ya yekemîn reformên demokratîk ya duyemîn jî bi dawîbûna terorê ye.
Akdogan wiha pê de çû:
"Heke rêxistinê çek daniya dê dawî li terorê bihata. Helbet di pêvajoyê de ev mijar derdikeve pêş. Di serdema ku hevdîtinên derbarê pêvajoyê berdewam dikirin de bûyerên 6-8ê kewçêrê qewimîn. Hin bajar bûn wekî qada şer. Li bajaran avahî û sazî hatin wêrankirin, şewitandin. Bi bûyerên şidetê û vandalîzmê pêvajo hat jehrîkirin."
-Aktorên pêvajoyê diyar in
Akdogan eşkere kir dibe ku carinan hin kesên din jî tevlî Pêvajoya Çareseriyê bibin û wiha berdewam kir:
"Bûyerên Reşadiyê û Sîlvanê kî kir, rêxistinê kir.Carinan hin bûyer diqewimin, hin bûyerên ku gel ji ber aciz dibe û bertek nîşan dide pêk tên; rêxistin van bûyer û kuştina nagire li ser milên xwe dibêje 'unsurên din ev bûyer kir' an jî navê rêxistineke din tê nîşandan. Lê me dît ku rêxistin di vê pêvajoyê de bi zanatî wekî stratejiyek li dijî pêvajoyê tevdigere. Bi taybetî piştî êrîşa Sîlvanê. Yanê rêxistin dibê em dikarin bi 'şerê gel ê şoreşî bigihîjin armanca xwe.' Em dikarin li vir bibêjin ku hin hêzên biyanî dikevin navberê lê aktorên pêvajoyê diyar in."
Akdogan got ku li gor min di bûyeran de bandora Ocalan heye.
Akdogan li ser pirsa "di qadake wiha de hûn hevdîtinan çawa dikin?" destnîşan kir ku niha rêxistinek li meydanê heye "di destê vê rêxistinê de çek heye, ev rêxistin tevlî gelek bûyeran bûye, ji ber vê yekê diyar e ku ev karekî hêsan nîne."
Akdogan li ser pirsa "Gelo guh nadin Ocalan?" wiha axivî: "Ya rast divê mirov vê mijarê jî hilde dest û li ser vê jî bisekine."