ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdoganbeşdarî bernameya Weşana Taybet a TRT Xeberê bû û pirsên der barê rojevê de bersivand.
Akdogan li ser pirsa der barê "êrîşa li Parîsê hat kirin" de got ku ev bûyerek e ku mirovan şaş û metel dihêle
Wek hikûmet sekna me ya li hemberî bûyerên wiha diyar e "em hemû bûyerên terorî red dikin, şermezar dikin û lanetê li bûyerên wiha tînin." Akdogan wiha dewam kir: "Kî li hemberî kê dike bila bike em bûyerên bi vî şiklî şermezar dikin. Di vê bûyerê de 12 kes mirin, birîndar jî hene. Ev bûyereke ku bê qebûlkirin nîne divê em bi tundî şermezar bikin."
Akdogan got ku dibe ku mirov rexne li weşanên kovara ku êrîş lê hat kirin bigre. Dibe ku mirov weşanê rexne bike, şermezar bike. Bi rastî li ser vê bûyerê zehf bê axaftin, lê divê mirov ecele neke, neaxive. Divê mirov heta rastiya bûyerê derbikeve holê bisekine. Yekeyê me yên dîplomatîk bi yekeyên eleqedar ên Fransayê re hevdîtinan dikin. Wezîrên me bi hevtayên xwe re hevdîtinan dikin. Di mijarên wiha de divê mirov bibe yek û bi hev du re tevbigere. Ya rast bi salan e ku em jî êşa derdên wiha dikşînin. Divê em li dijî terorê bi hev du re tevbigerin. Bi salan e ku em wiha dibêjin. Lewra em welatek in ku derdê terorî dîtiye, di bûyerên terorî de însanên wê mirine."
Akdogan bal kişand ser bûyera duh li Stenbolê pêk hat û di encamê de polêsekî me mir de got ku Xwedê rehma xwe lê bike.
Akdogan got divê em digel hev li hemberî bûyerên terorî tevbigerin û wiha pê de çû: "Dibe ku vê meseleyê wekî meseleyek dînî jî nîşan bidin, divê mirov li hemberî tiştên wiha şiyar be. Dibe ku balê bikşînin ser karîkaturê Hezretî Pêxemberê me divê mirov baldar be. Lewra êşa vê bûyerê gelê ku li wê derê dijî dikşîne."
-Biryara komîsyonê ya der barê 4 wezîrên berê de
Hat bibîrxistin ku Komîsyona Lêpirsînê ya Meclisê der barê 4 wezîrên berê de biryara xwe da "Lê nîqaş bi dawî nebûn, gelo çima bi dawî nebûn?" Akdogan li ser vê pirsê got: "Belê, komîsyonê biryara xwe da lê gelo kes ji biryara komîsyonê re rêzê digre? Wekî ku komîsyon tunebe şîrove tên kirin, hê jî nîqaş dewam dikin. Heke biçûna Dîwana Bilind jî dê nîqaşê dewam bikira, lewra kesên ku li hemberî komisyonê rêzê nagrin dê li hemberî Dadgeha Bingehîn jî rêz negirtina. Dîsa dê şîroveyên wiha bihatana kirin. Lewra mijarê wekî malzeme di şerê siyasî de bi kar tînin."
-"Me komîsyon ava kir"
Akdogan got ku ji komîsyonê re rêz nayê girtin û wiha dewam kir: "Dema ku komîsyon hat avakirin jî dema ku komîsyonê xebatên xwe didomand jî êrîşî komîsyonê kirin, komîsyon sûcdar kirin û rexne lê girtin. Lê divê li benda bi dawîkirina xebatên komîsyonê bisekiniyana, ev ê baştir bûya. Divê mirov pêşiyê biryarê bibîne, binêre ka gelo çima komîsyonê biryareke wiha daye, îdiayên der barê wê de çi ne, delîl çi ne? Divê dî serî de mirov van bibîne."