Önder Beyter
16 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2018
ANKARA
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser têlefonê axivîn.
Ji Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê der heqê peywendiya Erdogan û Trump a ku îro li ser têlefonê pêk hat da daxuyaniyek hat belavkirin.
Li gorî vê, di peywendiyê da girîngiya şopandina mijarên li zîrveya NATOyê hat îfadekirin û herwiha di warê geşedanên li Sûriyeyê da nêrînên herdu aliyan hatin parvekirin.
Erdogan bal kişand ser girîngiya hevdîtina ku li Helsinkiya paytextê Finlandiyayê di navbera Trump û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn da dest pê kir û hêviya serkeftinê jê ra xwest.
Lîderan bal kişand ku sepandina nexşerêya hevbeş a di mijara Minbicê da dê li Sûriyeyê ji hevkariya çareseriyê ra bi kêr were.
Di peywendiya li ser têlefonê da mijarên edlî yên di navbera Tirkiye-Amerîkayê da jî hatin gotêjkirin û herwiha Erdogan û Trump biryardariya xwe piştrast kirin ku hevkariya xwe ya dualî di hemû waran da pêşdatir bibin.