BUKREŞ
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê bûyera li Edliyeya Çaglayanê rehîngirtina Dozgerê Komarê yê Stenbolê Mehmet Selîm Kîraz de got "Ev kar karekî wisa ye ku nayê biçûkdîtin. Ev bûyereke biîbret e û divê bi girîngiyeke mezin li serê bisekinin. Helbet ez bi taybetî ji ber operasyona ku kirin, polêsên me pîroz dikim. Ji ber ku ew jî piştî van dengên çekan bi cansîperane ketin odeyê û çi hewce bike kirin."
Serokomar Erdogan di çarçoveya bernameya xwe ya gerê de çû Romanyayê bû. Erdogan li ber derê otêla ku lê ma daxuyanî da rojnamegeran.
Der heqê bûyera ku li Edliyeya Çaglayanê qewimî de jê pirs hat kirin û Serokomar Erdogan wiha axivî: "Bi cubeyê parêzeran ketine hundir û Selîm Kîrazê dozgerê me li odeya wî rehîn girtine. Di vê navberê de Walîtiya me ya Stenbolê û Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê bi wan re têkilî danî axivî. Bi hêviya gelo wê ji van tevgeran tiştek derbikeve ve gav hatin avêtin. Heta gava dinê jî vê demê dewam kir. Lê piştî ku ji hundir dengê guleyan tê teşkîlata me dikeve odeyê."
Serokomar destnîşan kir ku bi Serokwezîr Ahmet Davutoglu re hevdîtin kiriye û dema vegere welêt ji bo ewlehiya qesrên edaletê wê tewdîrên berfireh ên ku hewce dikin, bigirin û wiha berdewam kir: "Di pêvajoya ji niha pê ve de ji ketina parêzeran a qesrên edaletê bigirin heta ketina peywirdarên din ên qesrên edaletê, ev dê li gor muameleyeke çawa bin, divê em li ser nirxandina van hemûyan bisekinin."
Serokomar Erdogan teşkîlata ewlehiyê jî ji ber operasyona ku li dar xistin pîroz kir û wiha axivî: "Ez bi taybetî ji ber operasyona ku kirin, polêsên me pîroz dikim. Ji ber ku ew jî piştî van dengên çekan bi cansîperane ketin odeyê û çi hewce bike kirin."