Alîkarê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Berham Salih destnîşan kir ku encamên hilbijartinê nîşan didin ku lazim e partiya wan di tevger û siyaseta xwe de guhertinên bingehîn bike.
Salih li ser navnîşana xwe ya Facebookê daxuyanî da û hilbijartinên parlementoya HKIFyê ku di 21 îlonê de hatin kirin nirxand.
Salih wiha got: "Hilbijartin nîşan dide ku gelê Kurdistanê rewşa YNKyê ya niha qebûl nake. Ji bo vê jî lazim e ku em rêbaz, bername û siyaseta xwe biguherînin. Ev guhertin jî divê tiştekî wisa be ku gelê me qebûl bike û piştgiriyê bide me."
Di vê navberê de hat îdiakirin ku piştî hilbijartinan Berham Salih ji ber ketina dengên YNKê dê ji partiyê biqete û partiyeke nû ava bike, lê Salih ji bo van îdiayan heta niha tu daxuyanî neda.