11 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2015
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Tugrul Turkeş der heqê êrîşa terorê ya Enqereyê de wiha got, "Li vir hedef Tirkiye ye, divê meriv li hedefeke din negere. 'Ev civîneke aşitiyê bû, li wir nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên cuda cuda hebûn, gelo hedef ev bûn?' Na. Hedefa vî Tirkiye ye û tevahiya welatiyên tirk in. Ev êrîşeke terorê ye. Rast nîne ku meriv bêje 'lêbelê di navê de ev heye, ew heye' û meriv wisa mêze bike."
Turkeş bû mêvanê Maseya Edîtoran a AAyê û bersiva pirsên der barê rojevê de da.
Ji bo pirsa, "Hedefa kiryarên êrîşa herî mezin û xwînî ya dîroka nêzîk ku bû sedema mirina 97 kesan çi bû? Êrîşa terorê gihîşt armanca xwe? Divê çawa bersiva vê êrîşê were dayîn?" Turkeş wiha xeberda:
"Ev bûyereke pir xembar û wehîm e. Di dîroka nêzîk a Tirkiyeyê de bûyereke terorê ya ku bi mirina evqas kesî ve encam da tuneye. Ji ber vê 3 roj şîna neteweyî hat îlankirin. Li vir hedef Tirkiye ye, divê meriv li hedefeke din negere. 'Ev civîneke aşitiyê bû, li wir nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên cuda cuda hebûn, gelo hedef ev bûn?' Na. Hedefa vî Tirkiye ye û tevahiya welatiyên tirk in. Ev êrîşeke terorê ye. Rast nîne ku meriv bêje 'lêbelê di navê de ev heye, ew heye' û meriv wisa mêze bike."
Turkeş diyar kir ku hêzên ewlekariyê dê di demeke hindik de bigehîjin nasnameya bombeyên xwekujiyê û wiha got, "Jixwe qeyda mirov û fanatîkên ku dikarin bibin bombeya xwekujiyê heye. Dê ji ser wan qeydan biçin, lêbelê ne mimkûn e ku meriv bêje 'li ser Tirkiyeyê bandoreke wê çênebû', Li ser me hemûyan tesîra wê çêbû. Bûyereke xembar e û li hemberê Tirkiyeyê hatiye kirin. Ji vê jî girîngtir bûyereke wisan e ku li paytexta Tirkiyeyê qewimiye."
- "Zeafiyetek nîne ku li wir tevdîr nesitandin"
Turkeş bal kişand ku ji gelek aliyan ve tê lêkolînkirin ku gelo îhmal heye an na û wiha dewam kir, "Zeafiyetek nîne ku li wir tevdîr nesitandin. Bifikirin 2-3 kîlomêtro dûrî qada mitîngê mirov ji otobêsan, trênan û wesayîtên din peya dibin û ber bi qadê ve diçin. Hin kesên din ên ku ji bo karên xwe yên din ji gara trênan tên bajêr jî hene. Hûnê çawa tevdîra ewlehiyê bistînin? Dewlet bi tenê dikare kesên ku dikeve qadê û ji qadê derdikeve kontrol bike. Ev du roj in ez axaftinên li ser têlevîzyonan mêze dikim, ez dibînim ku hin kes bi israr dibêjin 'li wir hêzên ewlekariyê tunebûn.' Baş e, heger hêzên ewlekariyê li wir bûna, wêçaxê jî dê bigotana, 'li vir çi karê van hêzên ewlekariyê heye?' Belkî ji ber wê xirecir jî derketa. Lê digel dîsa jî lêkolîneke piralî dewam dike."
Li ser pirsa, "Emniyet dikare di demeke kin de der heqê şexisan de tehqîqatekê bike?" Turkeş wiha got, "Bi testa DNAyê ve. Jixwe hin berşik hene."
Ji Turkeş pirsîn, "Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş di daxuyaniya xwe ya der heqê êrîşê de rasterast hikûmet û dewlet sûcdar kir. Hûn vê daxuyaniyê û bi giştî jî helwesta muxalefetê ya li hemberê êrîşan çawa dinirxînin?" û Turkeş jî wiha bersiv da, "Hikûmeta me ji destpêkê ve gelek hesas nêzîkê vê bûyerê bû. Bi tu awayî islûb û helwesteke partîzanî rû nedaye û me kerraten îfade kir ku divê ji helwesteke wiha herkes xwe dûr bide. Berpirsên îqtidarê li platformên cuda ev xal anîn ziman. Lêbelê nêrîna partiyên din, bi taybetî jî ya HDPyê mirovan aciz dike. Êrîş li hemberê Tirkiyeyê ye. Kesên ku nikarin vî noqteyê bibînin, nikarin di siyasetê de jî bi ser bikevin."
Turkeş wiha got: "Qedemeya rêveberinê ya HDPyê li pêş, xuyaniyeke çak heye û mîna mirovên wekî zarokên baş xuyan dikin, lê li paş qadroyeke çiya heye ku di rastiyê de partiya siyasî ew bi rê ve dibin. HDP şaxa siyasî ya PKKyê ye. Ji ber vê qasê vegotina aşitî û demokrasiyê ya şexsên li pêş, mixabin ku rastiyê nîşan nade."
- "Heger em rêxistinê bibînin jî peydakirina aqlê mezin ê li paş vê bûyerê dê wext bistîne".
Ji bo pirsa, "Qutbûna Pêvajoya Çareseriyê bi kêrî kî tê, kî jê zirarê dibîne?" Turkeş wiha xeberda, "Li vir belkî bi niyeteke pak û ji ser îhtimalekî hewl dane ku xebatekî bikin. Lêbelê rêxistina terorê û alîgirên wê ji bo peydakirina çekan, amadekarî û avakirina zemîna şerekî nû ev serdem sûîstimal kirine. Di bingeha pevçûnên îro de jî ev heye."