11 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2015
ANKARA
Hat eşkerekirin ku serokên rêxistina terorê piştî êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirkan tirsiyan û qasî mehekiye ku nehatin bal hev û civîn nekirin.
Li gor agahiyê nûçegihanê AAyê, piştî êrîşa Ceylanpinarê ji ber ku Qendîlê operasyonên hewayî hatin kirin, serokên rêxistinê cihên xwe terk kirin. Ji ber ku Mustafa karasu cihê xwe terk nekir di navbera Cemîl Bayik û Mustafa Karasu da rageşî çêbû. Hat ragihandin ku Bayik telîmat da ku Karasu bizorê cihê ku lê ye bê jidûrxistin û li ser vê Karasu xwe sparte gundê Boleyê.
- Civîn nayên kirin
Hat ragihandin ku serokên rêxistinê ji ber oprasyonan ji gundan dernakevin û civînên xwe yên heftane ev meheke pêk naynin.
Perwerdeyên ku bi berpirsyariya Duran Kalkan dihatin kirin jî piştî operasyonan hatin rawestandin. Kesên ku nû beşdarî rêxistinê bûne jî dişînin bakurê Sûriyeyê.
- Gel bertekî nîşanî "Xwerêvebirinê" dide
Rêxistinê hewl dabû ku di serî de Cizîr û Silvan hin navçeyan "xwerêvebirinê" pêk bîne. Lê ji ber operasyonên hêzên ewlehiyê û berteka gel rêxistinê paşve gav avêt û der barê vê de xwe rexne kir. Piştî vê poşmaniyê li herêmê ev peyv zêde nayê bikaranîn û parlementerên HDPyî jî wek berê zêde behsa vê mijarê nakin.
- Plana agirbestê
Hat ragihandin ku ji ber operasyonan ji ber ku hêza rêxistinê kêm bû rêxistin dixwaze agirbestê bîne rojevê ku ji nû ve xurt bibe û li qadê tesîrê li ser hilbijêran bike.