12 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2015
ANKARA
Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê Fikrî Işik: "Ku meriv bibêje hingiv devê meriv şîrîn nabe, ku meriv bibêje aştî jî meriv nabe aştîxwaz. Ji bo aştiyê îrade lazim e. Beriya her tiştî divê meriv her cure terorê şermezar bike û li dijî her cure terorê bi rêyên demokratîk têkoşîne bide. Kesên ku wiha nekin nikarin qala aştiyê bikin."
Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê Fikrî Işik bû mêvanê Maseya Edîtoran a Anadolu Agencyê (AA) û der barê rojevê da axivî.
Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê Işik der barê êrîşa li Enqereyê da wiha got: "Helwesta ku welatiyan nîşan da ji helwesta ku siyasetmedaran nîşan da baştir e, çêtir e û helwesteke ji bo yekîtî û bihevrabûnê ye."
Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê Işik ji bo tevgera muxalefetê ya der barê êrîşa terorê ya li Enqereyê da wiha got: "Xwestin ku tesîra bûyerê mezintir bikin, wek rêxistinên terorê û yên ku ev êrîş kirine tevgeriyan. Hewl dan ku berteka civakê ji hikûmeta niha ra bê nîşandan. Ev tevger pir xelet in, ne li gor welatê me ye, hema hema hemû welatiyên me vê tevgerê qebûl nakin."
- "Ku meriv bibêje aştî meriv nabe aştîxwaz"
Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê Işik di xeberdana xwe da destnîşan kir ku meriv bibêje aştî meriv nabe aştîxwaz û wiha dewam kir: "Ku meriv bibêje hingiv devê meriv şîrîn nabe, ku meriv bibêje aştî jî meriv nabe aştîxwaz. Ji bo aştiyê îrade lazim e. Beriya her tiştî divê meriv her cure terorê şermezar bike û li dijî her cure terorê bi rêyên demokratîk têkoşîne bide. Kesên ku wiha nekin nikarin qala aştiyê bikin."
Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê Işik dîmena kamûflajkirî ya prototîpa otomobîla xumalî li Maseya Edîtoran a AAyê bi raya giştî ra parve kir û got ku 3 prototîp hatin çêkirin û xebatên Lêkolîn-Pêşxistinê dewam dikin.
Işik di axaftina xwe da der barê wesayîta xwemalî da wiha got: "Heke di îstiqrara Tirkiyeyê da pirsgirêkek dernekeve, proje bi awayê ku me plan kiriye bidome, em bawer dikin ku em ê di sala 2020an da wesayîteke xwemalî ya Tirkiyeyê pêşniyazî însanên xwe bikin."
Wezîr Işik der barê wesayîta xwemalî da got ku armanca wan ew e ku di sala 2016an da 30 yan jî 40 wesayîtên ku di hemû eraziyan da bên emilandin çêkin û heta dawiya sala 2019an jî li dû hevdu van wesayîtan çêbikin.