Arîkarê Serokwezîr Akdogan Hevserokê Giştî yê HDPyê Demirtaş rexne kir û wiha got: "Te di bûyera Kobanêyê de mirov daxistin kolanan, bi dehan mirov mirin. Gelo di te de hesta şermkirinê heye?"
Akdogan wiha axivî:
"Îro Selahattîn Demirtaş bersiv daye min, min gotibû ku 'Heke bendê derbas nebin dê gelekî baş be'. Demirtaş gotiye ku 'Mirovekî ku ji demokrasiyê bawer bike dikare gotineke wiha bibêje, ma şerm nake'. Heke hesta şermkirinê hebe tu dernakevî derve. Te di bûyerên Kobanêyê de mirov daxistin kolanan, bi dehan mirov mirin. Gelo di te de hesta şermkirinê heye? Hûn bûne evîndarê rêxistina paralel a ku dijminê herî mezin ê pêvajoya çareseriyê ye, ya ku heta duh we ji çi gilî dikir wê dikir. Gelo di te de hesta şermkirinê heye? Tu bi hişmendiya neteweparêz a ku qet piştgirî nade pêvajoya çareseriyê, her cure astengiyê derdixîne re bi CHPyê re têkilî datînin. Gelo di te de şerm heye?
Birayekî te heye. Çi karê dike? Pîşeya wî çi ye? Terorîst e, li Qendîlê. Heyamekî siyaset dikir. Pişt re biryar da ku bibe terorîst. Ev şev cuda ne, roj cuda ne, 6 meh siyasetmedar, 6 meh terorîst in. Ev helwest çawa dikare bibe demokratîk. Gel dixapînin. Em neyên xapandin. Ji bendê derbasûna zihniyeteke wiha ji bo demokrasiyê xetereyek e. tehdît e."