Hevsrokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş bûyera li ser îxbara xelet hatina polêsan a mala wî ya li Diyarbekirê nirxand û got "Wê derê her du keçên min ên biçûk jî tirsiyane, çûne odeya li paş, xwe veşartine û giriyane. Gelo bûyerên bi vî awayî bi zanebûn tên kirin? Divê li ser bûyerên bi vî awayî baş lêkolîn bê kirin."
Demirtaş li Kuçukçekmeceyê atolyeyek tekstîlê ziyaret kir û guh da daxwaz û pirsgirêkên xebatkaran.
Demirtaş li atolyeyê bi xebatkaran re firavîn xwar û piştî ziyaretê bersiva pirsên rojnamevanan ên der barê rojevê de da.
Rojnamevanekî pirsa "Gelo hûn dikarin der barê serdagirtina li ser mala we ya li Diyarbekirê ya ku polêsan li ser îxbareke xelet kir de agahî bidin?" pirsî. Demirtaş li ser vê pirsê got "Ji hilbijartinê re hindik maye û di heyameke wiha de li avahiya min qewimîna bûyerek wiha xweş nîne. Waliyê Diyarbekirê sax be heman şevê bi bûyerê re eleqedar bû. Walî got ku der barê bûyerê de peywirdarek ji karê xwe hat dûrxistin û lêpirsîn berdewam dike."
Demirtaş bûyer wekî "bêhesasî û bêtevdirî" nirxand û der heqê axaftinên ku navbera wî û polêsan de hatin kirin de agahî dan. Demirtaş qal kir ku di navbera parêzvanên wî û polêsên li cihê bûyerê de xirecir çêbû û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Wê derê her du keçên min ên biçûk jî tirsiyane, çûne odeya li paş, xwe veşartine û giriyane. Gelo bûyerên bi vî awayî bi zanebûn tên kirin? Divê li ser bûyerên bi vî awayî baş lêkolîn bê kirin. Heke ez Hevserokê partiyekî jî an jî parlementerek jî nebim divê polês bi awayekî bêhesas û bêcidiyet neçin ber deriyê welatiyan. Divê bala xwe bide hiqûq û qanûnê. Hele li pişt wê deriyê malbetek bijî digel vê yekê bêhasasî tevdigerin. Mixabin em dizanin ku helwestên bi vî awayî gelek in."
-"Dahata karkeran têrî kirê jî nake"
Hevserokê Giştî yê HDPyê Demirtaş bi bîr xist ku di danezana xwe ya hilbijartinê de teahûd dan ku berkeda kêmtirîn bibe hezar û 800 lîre û wiha axivî:
"Piraniya karkerên vir ji 8 saetan zêdetir dixebitin. Ji ber ku pereyê mesaiyê distînin ev berked hinek ji berkeda kêmtirîn zêde dibe. Heke 949 lîre ne hezar û 100 lîre bistînin dê çi be? Bifikirin ku hûn li cihekî wekî Stenbolê di xaniyekî herî kevn de jî heta ku di navbera hezar û hezar û 500î kirê nedin nikairn rûnên. Tenê heqê kirê jî ji berkeda van kedakaran zêdetir e. Ev mirov piştî ku kirê dan dê çi bixwin, çi li xwe kin û ji bo zarokên xwe çi xerc bikin? Dema hûn li ser van hemûya fikirin di malbatekî de herî kêm dê du kes bixebitin, herî kêm dê yek hezar û 800 lîre qezenc bike ku 3 hezar û 300 lîre bikeve nav vê malê."
-"Me ne Çîpras lê Syrîzayê dawet kir"
Demirtaş îdiayên dibêjin ku Serokwezîrê Yewnanistanê Aleksîs Çîpras jî dawetî mitînga Îzmirê ya HDPyê kirin jî nirxand û wiha axivî: "Bi qasî ku ez dizanim hevalên me ji Syrîzayê re dawetek şandine. Lê belê wekê ku hûn dizanin Çîpras Serokwezîrê Yewnanistanê ye. Her hal de rast nîne ku em li bendê bimînin ku serokwezîrek beşdarî mitînga me be. Wisa texmîn dikin ku geşedanek wisa jî çênabe. Heke partî bi xwe beşdar be em dê gelekî kêfxweş bin."
Demirtaş li ser pirsa der barê îdiayên kasedê yên der barê Meral Akşenera Parlementera MHPyê ya Stenbolê de jî wiha axivî: "Helwesteke gelekî sik e. Bêexlaqî ye ku ji siyasetmedareke jin re li ser nasnameya jinitiyê bi bêbextiyê kampanya bê kirin. Her kî dibe bil bibe, dibe ku em di siyaetê de li heman cihê nebin lê em qebûl nakin ku ji bo tu siyasetmedarê bi vî awayî bê tevgerîn. Ji bo ku hûn li îqtidarê bimînin divê hûn tiştên baş bikin. Bi bêbextî û derewan nikarin di îqtidarê de bimînin."
Demirtaş piştî ku ji atolyeyê derket bi karkeran re wêne kişandin û bi tililiyan hat rêkirin.