Önder Beyter
01 Nîsan 2018•Rojanekirin: 01 Nîsan 2018
ADANA
Serokomar Erdogan ragihand ku ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê vir va 3844 terorîst hatin berterefkirin.
Serokomar Erdogan: "Rabûye dibêje eskerên me li Efrînê zilmê li mezlûman dikin. Ey Netanyahu, tu pir qels î, pir eceb î. Li halê xwe binêre û pergala xwe baş bike. Em li hember terorîstan têdikoşin, lê derdê te ne terorîst in. Lewra tu dewleta terorê yî."
Erdogan: "(Ji bo Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu) Di dinyayê da hezkiriyê te tunene. Li Neteweyên Yekbûyî gava ku te der heqê Qudsê da avêt û bersiva ku te wergirt, li holê ye. Xwe qure neke û nebêje 'Çeka min a nukleerê heye'. Roj heye ew çeka nukleerê jî naxebite."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan: "Ew ê birevin, em ê bidin peyê wan... Em didin peyê FETO jî. Binêrin Îstixbarata Neteweyî ji Kosovayê şeş jê paket kirin û anîn. Pensîlvanyayê jî were. Tu yê heta derekî birevî."
Erdogan: "(Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu) Tê vê binzanibî, têkilî mezlûman nebe. Ahê mezlûman hilnede, wê di pozê te ra were. Tu yê nikaribî li dinyayê bigerî. Ji ber wê têkilî me nebe û durust be. Heta tu durust nebî, tu yê ti wextî ji me jî gotineke baş nebihîzî."