İbrahim Atmaca
02 Gulan 2018•Rojanekirin: 02 Gulan 2018
SEUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji aliyê Seromarê Koreya Başûr Moon Jae-in va bi merasima fermî hat pêşwazîkirin.
Merasima pêşwazîkirinê li Qesra Serokomariyê ku wek "Mala Hêşîn" tê zanîn hat kirin, Serokomar Erdogan bi Emîne Erdogana jina xwe, Serokomarê Koreya Başûr Moon jî bi Kim Jung-sooka jina xwe va ketin salona merasimê.
Erdogan û Moon piştî ku silav dan qiteya merasimê, herdû serokomar bi jinê xwe ra li qada merasimê cihê xwe girtin û sirûdên neteweyî yên Tirkiye û Koreya Başûr hatin xwendin.
Paşê herdu rêber heyetên xwe bi hev dan nasîn.
Herdu rêberan li paytext Seulê di Qesra Serokomariyê da nêzî saetekê yek û yek hevdîtin kir.
Paşê herdu rêberan serokatiya hevdîtinên heyetî kir û di civîna çapemeniyê da axivîn.
Serokomar Erdogan der heqê hevdîtina rêberê Koreya Bakur kim û Serokê Dewleta Koreya Başûr Moon da wiha got: "Vê hevdîtinê dawî li tirs fikarên li ser rûyê dinyayê aniye"
Erdogan diyar kir ku têkiliyên Koreya Başûr û Tirkiyeyê bi taybetî demên dawîn da pir baş in û di navbera herdu welatan da nêzî 7,5 milyar dolarî bazirganî heye.