Haydar Şahin
10 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2017
BELGRAD
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi destê Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucîc bi merasima fermî hat pêşwazîkirin.
Di merasima fermî ya li Qesra Sirbistanê da Serokomar Erdogan û Serokomarê Sirbistanê Vucîc ciyê xwe hildan û sirûda neteweyî ya herdu welatan hat xwendin.
Erdogan û Vucîc ekîba merasimê kontrol kirin û paşê heyetên herdu welatan hatin teqdîmkirin.
Beriya civînên rûbirû û yên di navbera heyetan da Serokomar Erdogan û Serokomarê Sirbistanê Vucîc merhebatî dan hev û çapemeniyê wêneyên wan kişand.
Di merasimê da Orgeneral Hulusî Akarê Sererkan, Fîkrî Işikê Alîkarê Serokwezîr, Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva, Berat Albayrakê Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî, Omer Çelîkê Wezîrê Yekîtiya Ewropayê, Mehmet Ozhasekiyê Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê, Nîhat Zeybekçiyê Wezîrê Aboriyê, Ahmet Eşref Fakibabayê Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê, Veysel Erogluyê Wezîrê Daristan û Karûbarên Avê û Ahmet Arslanê Wezîrê Gihandin, Ragihadin û Behrevaniyê jî amade bûn.
Piştî hevdîtinan ji bo peymanên di navbera herdu welatan da bên îmzekirin merasimê bê lidarxistin û Serokomar Erdogan û Serokomarê Sirbistanê Vucîc jî ew ê civîna çapemeniyê li dar bixin.
Erdogan do li Balafirgeha Nîkola Tesla ya Belgradê bi destê Serokomarê Sirbistanê Vucîc û endamên kabneyê hatibû pêşwazîkirin.