BÎTLÎS (AA) - Hevserokê BDPyê Selahattîn Demîrtaş got: "98 şaredariyên me hene. Dema ku ev 98 şaredarên me wekî şaredar hatin hilbijartin sermiyanê wan şaredariyan çi bû, a niha jî ewqas e."
Demîrtaş di mitînga partiya xwe ya ku li Tetwanê hat li dar xistin de axivî û bibîr xist ku ji bo hilbijartina 30ê adarê tenê ma 5 roj û diyar kir ku bi xebata xwe ya bi mehan ve serkeftineke baş bidest xistine û ji bo îqnakirina ew kesên ku heta niha nehatin îqna kirin jî dê hemû derfetên xwe seferber kin.
Demîrtaş, bal kişand û got ji bo ku xelkê Tetwanê dengê xwe nedin partiyên din divê bêne îqnakirin û axaftina xwe wiha domand:
"Ji bo viya jî hewce ye ku em 5 rojên li pêşiya xwe gelekî baş binirxînin. Xizmeta ku di serdema BDPyê de hat kirin di tu serdeman de nehat kirin. Dema ku 5 sal berê me vir stend 90 trilyon lîre deynê wê hebû. Ev deyn, ji bo cihekî mînanî Tetwanê deynekî muezem e. Şaredarî ji bêhnstendinê re neçar ma bû. Tenê pereyên karkeran jî dikaribû topê bi şaredariyê bide avêtin. Çawa ku me rêveberî bi dest xist pereyê karkeran ên ku seranserê 8 salan nehatibû dayîn me hemû da. A niha qûrişekî wan jî nemaye. Ew wisa bawer dikin ku bi nedayîna mûçeya karkeran û deynê esnafan ve xizmetê dikin. Diçin kredî dikşînin û deyn distînin û paşê jî dibêjin ku em xizmetê dikin. Baş e, heke ku we 90 trilyon xerc kiriye, nexwe kanê xizmeta ku we kiriye? Birastî, ji kase û qutiyên solên wan de ji vê zêdetir pere dertê."
Demîrtaş got ku me li Tetwanê tesîsa daparizîna avê çêkir û bi vî hawî me pirsgirêka ava vexwarinê çareser kir û me kanalîzasyon, kevirê parkeyê û asfalta kuçe û kolanan çêkir û me 70 trilyon lîre ji 90 trilyon lîre deynê şaredariyê da.
Demîrtaş anî ziman dema ku ew hatin ser wezîfeyê heciz danîbûn li ser avahiya şaredariyê, wesayîta meqamê û hesabên şaredariyê û got ku di nava evçend tengasiyê de me xwe ji xizmeta li Tetwanê re dûr nexist.
- "Şaredarên me diziyê nakin"
Demîrtaş got ku ked û heqê her kedkar û karkerên li Tetwanê taca serê me ye û axaftina wiha domand:
"Ji ber ku li mala Abdullah Ok, qutiyên solan û kaseyên hesinî nînin. Diziyê nake. Em bi wî re serbilind in. 98 şaredariyên me hene. Dema ku ev 98 şaredarên me wekî şaredar hatin hilbijartin sermiyanê wan şaredariyan çi bû, a niha jî ewqas e. Lê belê şaredarên Ak Partiyê bi çakêtekî ve tên û ka lê binêrin ku çawa havîngeh, zivistangeh, erebe û kaseyên tijî pere li xizmên xwe belav dikin. Şaredariya wan diqede dewlemendiyeke ku dê têra 7 bavên wan bike didin hev. Lê BDPyê ev nêrîn şikand. Hema qet nebe êdî hûn dikarin hesab jê bipirsin."
Demîrtaş got ku me çav bernedaye mal û milkê gel û her çi ku di mêjû û dilê gel re derbas dibe em li qadan û li parlementoyê bêtirs û dilêrane tînin ziman û got ku BDP dildarê azadî û rûmeta gel e.
Hevserokê BDPyê Demîrtaş piştî mitînga Tetwanê li Xelat û Elcewazê bangî gel kir û şûn de derbasî Erdîşê bû.