Di daxuyaniya BDPê ya nivîskî de hat gotin ku hilbijartinên herêmî ji bo gelê kurd dê bibe çareseriya demokratîkbûnê. BDPê ji niha ve dest bi xebatên hilbijartinên herêmî kiriye û ji bo vê jî daxuyaniyek weşand û li ser gelek tiştan sekinî.
Xebatên ku BDP ji bo astengdaran dike hat bilêvkirin û ji bo ku astengdar rihet bikin jî xebat hêj tên kirin. Dê ji namzet û endamên astengdar û yên jin pere jî neyê xwestin.
BDPê di daxuyaniya xwe de cih da encamên hilbijartinên herêmî û daxuyand ku hêviya wan ew e ku hilbijartin ji bo çareseriya pirsgireka kurd û xizmeta gelê kurd û tirk bi kêr be.
BDPê ji bo namzetên ku di hilbijartinên herêmî de cih bigrin eşkere bike du komîsyon ava kir. Di van komîsyonan de ji bo hin şaredariyan namzetiya jinan jî hat eşkerekirin. Cihên ku jin dê ji bo şaredariyê bibin namzet ev in: Diyarbekir, Lîce, Egîl, Bîsmîl, Baglar, Sîlvan, Edremît (Van), Îpekyol (Van), Ozalp (Van), Hakkarî, Yuksekova, Nûsaybîn, Derîk, Mazidagi, Cîzre, Ûlûdere, Varto, Bûlanık, Diyadîn, Mazgîrt (Tûncelî), Ceylanpinar, Pazarcik.
Beriya ku namzet bên eşkerekirin dê pêşhilbijartin bên kirin, ew kesên ku di pêşhilbijartinan de serkeftinê bi dest xin dê mafê namzetiyê bi dest xin.