03 Mijdar 2015•Rojanekirin: 04 Mijdar 2015
ANKARA
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, bi têlefonê li Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu geriya û ew pîroz kir.
Mişavîriya çapemeniyê ya serokwezîriyê daxuyand ku, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel li ser têlefonê bi Serokwezîr Ahmet Davutoglu ra axivî.
Her wiha Berdevkê Çapemeniyê yê Kremlînê Dmîtriy Peskov destnîşan kir ku ew hêvîdar in ku pêwendî û hevkariya wan a digel Tirkiyeyê ya piralî piştî hilbijartina 1ê Mijdarê jî bidome û bêtir pêş bikeve.
Peskov li Moskowayê daxuyanî da rojnamegeran û got ku ew wekî kevneşopî rêza xwe nîşanî îradeya gelê tirk didin.
Wezareta Karên Derva ya Qatarê jî li dû Hilbijartina Giştî ya 1ê Mijdarê Tirkiye pîroz kir.
Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebbas li ser telefonê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re axivî.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Dewleta Filistînê "Ebbas li ser têlefonê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re axivî û serkeftina partiya Geşedan û Dadê ya hilbijartina giştî pîroz kir."
Hat gotin ku Ebbas hêvî kir ku li Tirkiyeyê ewlehî û îstiqrar pêk bê.