Türkan Tosun
23 Nîsan 2018•Rojanekirin: 24 Nîsan 2018
ANKARA
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu civiyan.
Bulent Tezcanê Alîkarê Serokê Giştî li Navenda Giştî ya CHPyê Karamollaoglu pêşwazî kir.
Piştî ku rojnamevanan dîmen û wêne girtin, hevdîtînê dest pê kir. Hevdîtinê saetekê dewam kir.
Di hevdîtinê de behsa hilbijartinên giştî û serokomariyê yên ku wê di 24ê hezîranê de çêbibin hat kirin.
Serokê Giştî yê CHPê Kiliçdaroglu piştî hevdîtinê di civîna çapemeniyê ya hevpar de got hevdîtina wan baş derbas bûye, gavên Partiya Saadetê yên ku ji bo demokrasiyê davêje pir bi qîmet in.
Kiliçdaroglu got ew bi kelecan in, Tirkiye wê di 25ê hezîranê de bi rûyekî ken va şiyar bibe.
Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu jî got ji ber hilbijartinan geşbûnek heye, ji bo ku hilbijartin di rewşeke erênî de derbas bibe ew hin hevdîtinan dikin.
Karamollaoglu got hevdîtina wî a bi Kiliçdaroglu re baş derbas bûye û wiha dewam kir: "Ev hevdîtinên me di nav vê hefteyê de wê bibin sedema hin encaman."
Karamollaoglu ji ber piştgiriya CHPyê ya ji bo ÎYÎ Partiyê Kiliçdaroglu pîroz kir û wiha got: "Ji berjewendiyên partiyên me zêdetir ji bo dahatûya welatê me hewcedariya me bi hevkariyê heye."
Li ser pirsa rojnamevanan a der barê "Gelo namzedekî hevpar heye, navê Abdullah Gul derbas dibe, mijara namzedê hevpar hat rojevê?" de Karamollaoglu got "Bersiva van pirsên we înşallah di dawiya vê hefteyê de wê eşkere bibe."