Nihat Kavşut
27 Hezîran 2018•Rojanekirin: 27 Hezîran 2018
ANKARA
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu: "Ez ji her kesî ra rasterast û eşkereyî dibêjim, divê tu kes vê ji bîr neke ku Muharrem Înce nirxeke me ye û em heta dawiyê li wî jî xwedî derdikevin. Li cem me cudakarî tuneye. Em xwediyê dozê ne û rêgezên me hene."
Komeke endamên CHPyê ya şaxa Îzmirê ji bona piştgirî bidin Kemal Kiliçdaroglu ber destê sibehê hatin ber navenda giştî ya partiyê û Kiliçdaroglu piştî ku silav da wan li vir axivî.
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ji bona nîqaşên der barê Muharrem Înce da wiha got: "Ez ji her kesî ra rasterast û eşkereyî dibêjim, divê tu kes vê ji bîr neke ku Muharrem Înce nirxeke me ye û em heta dawiyê li wî jî xwedî derdikevin. Li cem me cudakarî tuneye. Em xwediyê dozê ne û rêgezên me hene."
Kiliçdaroglu destnîşan kir ku bi hemû hevalên xwe ra di rêya ku jê bawer dikin da dimeşin û wiha axivî: "Tu fikreke min tuneye ku em hevalên xwe li derveyî partiyê bihêlin. Qet fikr û baweriyeke min a wiha tuneye."
Serokê Giştî yê CHPê Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe da wiha got: "Birayê min Muharrem Înce dibêje ez ê li 81 bajarî bigerim. Ez telîmat didim hemû serokên bajaran, dema hat pêşwazî bikin. Bi gel ra bînin bal hev û çi hewce dike bikin. Bi ken, kêfxweşî û kelecanî verê bikin."