Di piyê yekemîn ê hilbijartinê de dengdayîn li gor saeta herêmî di saet 08.00an de dest pê kir. Li welatê ku lê 44.5 milyon dengdêr hene li bajarokan di saet 18.00an de, li navçeyan di saet 19.00an de û li bajarên mezin jî di saet 20.00an de dê dengdayîn biqede.
Di hilbijartinê de di 21 hezar û 333 lîsteyan de 928 hezar û 901 namzed dê bikevin pêşbaziyê. Piyê duyemîn ê hilbijartinê dê roja yekşema were kirin û dê 36 hezar û 682 şaredar bên kifşkirin. Encamên nefermî piştî 20.00an dema ku qedexeyên hilbijartinê qediyan dê bi rêya medyayê bên belavkirin.
Serokomarê Fransayê François Hollande dê li Tulleyê ya ku di navbera 2001-2008an de şaredariya wê kiribû dengê xwe bide.
- Dibe ku dengên Partiya Sosyalîst a ku deshilat e di vê hilbijarinê de kêm bin
Li gor teseliyên dawîn ên raya giştî di vê hilbijartinê de dê dengên Partiya Sosyalîst (PS) a Hollande gelekî kên bin. Li gor anketan zêdetirî 80 bajarî dê dest biguherin û dê ji PSyê derbasî partiyên rastgir bin. Tê hêvîkirin ku di piyê yekemîn de partiya Eniya Niştimanî ya ku gelekî rastgir e dê dora ji sedî 30 deng bigre. Dîsa tê texmînkirin ku li bajarên başûr ên ku zêde misilman lê dijîn dê partiyên çepgir bêtir deng bigrin.
- Tirk jî talibê rêveberiyê ne
Tê gotin ku li Fransayê dora 210 hezarî tirkê bikaribin dengê xwe bidin hene. Di hilbijartinên borî de 15 hezar tirkî dengê xwe da û tê hêvîkirin ku di vê hilbijartinê de dê dora 50 hezar tirk deng bide. Di hilbijartinê de 130 tirk bûn namzed û jê 8 namzed jî dê ji bo şaredariyê bikevin pêşbaziyê. 6 namzedên tirk serbixwe başdarî hilbijartinê bûn. Ji Nancyê Bora Yilmaz di Partiya Eniya Çepgir de û ji Strasbourgê jî Tuncer Saglamer di Partiya Tevgera Welatî de beşdarî hilbijartinê bûn.