ANKARA
Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn, der barê rojevê de ji televizyona Haberturkê re axivî û got ku ji bo demokrasî bi cih bibe gelek guherînên girîng hatine çêkirin.
Ergîn, diyar kir ku di qonaxa yekem de rêjeya vekişînê girîng e û di qonqaxa yekem de pevçûn rawestiyane û wiha dewam kir: "Qismek jê vekişiyaye, hinek jî dikin vekişin. Lê nirxandinên wek '10 kes vekişiyan, 15 kes man' bi piranî îzafî ne." Wezîr Ergîn, got ku yekîneyên sîxuriyê li vê yekê baş hûr dibin.
Ergîn, got ku qonaxa duyem qewîkirina demokrasiyê ye û wisa dewam kir: "Qonaxa sêyemîn pêvajoya asayîbûnê ye. Heke her du qonaxên pêşî pêk werin di qonaxa sêyem de ji bo yên ku beşdarî sûcên berbiçav nebûne vegerin û di nav civakê û malbata xwe de bi cih bibin dê xebat bêne çêkirin. Em ji zû ve hewl didin ku bi van her 3 qonaxan pirsgirêka vî welatî, vê cografyayê çareser bikin." Ergîn, bi bîr xist ku gelek kes dixwazin pêvajoya çareseriyê berhewa derxin û divê pêvajo, li hemberi vê yekê baş li ber xwe bide.
Wezîr Ergîn, da zanîn ku li Tirkiyê ji 132 hezarî zêdetir girtî û mehkum hene û ev 24 saetan ji derfetên tibî sûdê werdigrin û wiha dewam kir: "Li girava Îmraliyê ji bo ewlehiyê û personelan doktorên malbatê her tim dixebitin. Di mijara tendirûstiyê de tu fikara me tuneye. Doktorên malbatê, 24 saetan çi hewce be, muayenê û dermankirinê dikin. Bi periyodên guncan doktorên pispor jî diçin Îmraliyê. Herî dawî di 16ê tîrmehê de doktorên pispor çûn. Ocalan jî weke hemû girtiyên Îmraliyê ji derfetên tibî sûdê werdigre. Hewcehî bi çi xizmetê hebe dewlet pêk tîne."