Demirtaş di merasima ku ji bo parlementerên BDPê derbasî HDPê bibin hat lidarxistin de axivî û got ku amadehiyên derbasbûnê çend sal in dest pê kirine û wiha pê de çû: "Ev nayê wê wateyê ku BDP xwe belav dibe û derbasî HDPê dibe, HDP partiya me ya hevpar a bingehîn bû. Wek koma parlementoyê em ê ji îro pê ve derbasî HDPê bibin. BDPyê jî ji aliyekî din ve xebatên xwe bi awayên cuda bidomîne û wek partiya siyasî dê dewam bike. Em dixwazin ku ji îro pê ve HDPya ku di Tirkiyeyê de bêhtir tê nasîn di meclisê de koma wê hebe û bibe partiya hevpar a hemû kesên mezlûm û mexdûr. Ji sibê pê em ê wek koma HDPê dest bi xebatên xwe yên fermî bikin. Li me hemûyan bi xêr be û bê bela be."
- Hevserokê Giştî yê HDPê Kurkçu
Hevserokê Giştî yê HDPê Ertugrul Kurkçu jî got ku îro ji bo wan rojeke pir girîng û dîrokî ye. Kurkçu destnîşan kir ku her kes derbasî partiya hevpar a ku wek berdevkê tevgera wan e û tev ava kirine bûn.
Piştî axaftinan ji bilî Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demirtaş û Parlementer Sirri Sakik hemû parlementeran rozeta HDPê bi xwe ve kirin û derbasî HDPê bûn.
- Zarokên ku derketin serê çiyê
Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demirtaş li ser pirsa tê îdiakirin ku zarokan direvînin û derdixin serê çiyê wiha bersiv da: "Ez dikarim li ser îdiayên ku dibêjin zarok derxistin serê çiyê bibêjim ku ew îdia tev derew in. Erê zarokên ku derketine serê çiyê hene, lê ew nerevandine, ew bi dilê xwe çûne. Em mijarê dişopînin. Em pê re eleqedar dibin, em ji bo ku alîkariyê bidin malbatên wan, em hewlê didin. Bêguman derketina wan a li serê çiyê bi me ve girêdayî nîne. Zarok li gor dilê xwe derdikevin serê çiyê. Heke ku rewşeke ku wan bi zorê direvînin dibin hebe, em ê li ser bisekinin û çi pêdivî hebe em ê bikin, lê dema ku yek li gor dilê xwe derketibe serê çiyê ew zû zû nayê, anîna wî pir zihmet e. Em di vê mijarê de jî naçar in, divê pêşî li vê bê girtin."
- Çawîşên pispor ên ku hatin revandin
Demirtaş bersiva pirsa li ser revandina her du çawîşên pispor jî da û wiha got: "Agahiyên der barê girtina 2 çawîşên pispor di heman demê de gihîşte me jî. Em jî ji wê demê pê ve di nav hewildanan de nin ku wan serbest berdin. Em hêvî dikin ku dê di demeke kurt de wan serbest berdin. Lê em jî dixwazin ku hikûmet û Serokatiya Sererkaniyê bersiva van pirsên me bide û îzah bike; hûn van qereqolên ew qas mezin çima çêdikin, ev qereqol dê xizmeta çi bikin û armanca we bi van qereqolan çi ye? Madem em di nava pêvajoya çareseriyê de nin, madem aştiyê çêbibe, madem mirov dê ji çiyê dakevin, li van cihên ku bêkarî, xizantî gelekî zêde ye hûn çima bi sedan qereqolan çêdikin? Ka şerê biqediya? Qey ev qereqol ji bo ku piştî lihevhatin û aştiyê bikin muze tên çêkirin. Gelê wê derê jî bertekê nîşanî çêkirina qereqolan didin. Gel mafdar e ku van bertekan nîşan dide, divê hûn li ser van bertekan bisekinin û bifikirin."
- Gotinên Ocalan
Demirtaş li ser pirsa gotinên Abdullah Ocalan yên "Her dem îhtimala derfetên çareseriyeke bingehîn jî di dewrê de ye, îhtimala pevçûnê jî di dewrê de ye. Divê hikûmet pêngavan biavêje û zagonan derbixe" jî wiha got:
"Destpêkirina muzakereyan dibe sedem ku gerîlla ji çiyê dakeve, lê ji ber nederketina zagonan rîska pêvçûnê zêde dike. Ez wisa difikirim ku Ocalan li ser vê sekiniye. Lê dibe ku rewş bizivire ser çareserkirineke mayînde. Heke hikûmet demildest pêngavan biavêje, bi awayekî wêrek, cidî û biryardar zagonan biguherîne, li Tirkiyeyê pirsgirêkeke bi navê pirsgirêka kurd dê nemîne. Ji rûyê pirsgirêka kurd de dê rîska pevçûnê nemîne. Ku ev pirsgirêk çareser bibe, belkî bibe projeya Tirkiyeyê ya herî mezin. Ev kar dê tenê nekeve li ser milê hikûmetê, em wek koma parlementoyê amade ne ku destekê bidin. Hema ew e ku zagon bên derxistin. Ji bo li Tirkiyeyê aştiyeke mayînde çêbibe em ê bibin alîkar, lewra alîkarî ji me tê hêvîkirin."