16 Adar 2017•Rojanekirin: 17 Adar 2017
SAKARYA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Sakaryayê li Qada Demokrasiyê beşdarî vekirinên bi komî bû û gotarek pêşkêş kir.
Erdogan got: "Ey Rutte, dibe ku tu di hilbijartinan de bûbî partiya yekem, lê tu bizanibe ku te dostekî wek Tirkiyeyê winda kir. 'Qaşo ji xwe ra dibêjin em dikarin piştî hilbijartinê bi serokwezîr re xwarinekê bixwin.' Li cem me serokwezîrekî wisa tune. Tu ji bîr bike. Te winda kir."
Erdogan di merasima vebûnakomî ya li Meydana Demokrasiyê ya Sakaryayê bangî welatiyan kir wiha got: "Niha bangî wan kesan ên ku dibêjin "na" dikim, em 18ê adarê roja şemiyê temelê Pira Çanakkaleyê diavêjin, "erê" an "na"? Dê bila bibêjin "na". Dikarin bibêjin? Çima? Êdî hûn nikarin bi van tiştan milet bêxapînin û înşellah ev pir wê bibe pira yekemîn li dinyayê."

- "Niha dibêjin 'paşdahildan', paşdahildana çi"
Serokomar Erdogan wiha axivî:
"Niha van di mijara rakirina vîzeyê da soz da, li ser soza xwe nesekinîn. Niha dibêjin 'paşdahildan'. Paşdahildana çi, wê ji bîr bikin. Tu yê rabî wezîra min hilnedî Hollandayê, destûrê nedî firîna Wezîrê min ê Karên Derva, destûrê nedî ku li serkonsolosxaneya erdê me bicivin, bikevin wê derê. Tiştekê wisa tune. Gotineke ereban a pir xweş heye dibêjin 'Men deqqa duqqa'. Kî bideqîne wê bê deqandin."
- Em qereqtera wan nas dikin
Serokomar Erdogan got ku bona ew dibêj e 'Ev nazîzma nû ne' ji vê zehf aciz dibin û wiha pê ve çû:
"Lewra Hollandayê şîqama naziyê xwar. Ey Hollanda, te li Srebrenîtsayê xwişk û birayên min ên misilman, 8 hezar û 354 xwişk û birayên min ên misilman qetil kirin, tu yê vê çawa îzah bikî? Em vê ji bîr nakin, em qereqtera wan nas dikin. Li wir xwişk û birayên me yên boşnak şehîd kirin."
- Ka azadiya dîn û baweriyê?
Erdogan: "Dîwana Edaletê ya Yekîtiyê Ewropayê daxuyaniyek da. Ji kardêran re dibêje 'Hûn dikarin di kargehên xwe de nehêlin jinên sergirtî bixebitin.' Ka azadiya dîn û baweriyê? Ev bi xaç têkoşîna li hember hîlalê dan destpêkirin. Tu tiştê din vê îzah nake. Ez eşkere bibêjim, Ewropa bilez diçe dema rojên beriya Şerê Dinyayê yê Duyemîn."

- Ew ê mehaneya xwe ya şirîn bistînin û rûnin
Serokomar Erdogan bal kişand ser axaftina Kemal Kiliçdaroglu wiha dewam kir:
"(Kemal Kiliçdaroglu) Do cara ewil derketiya meydanê û li wê derê ji bo parlementeran dibêje; '550 parlementer jî zêde ne, 600 parlementer çi lazim dike. Ew ê mehaneya xwe ya şirîn bistînin û rûnin.' Ev zata wiha li parlementeran, însanên ku îradeya gel temsîl dikin mêze dike. Heqaretê dike. Hem sîstema parlementeriyê diparêze hem jî li parlemento û parlementeran heqaretê dike.
Dibêje ku 'Li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, tu dibêjî qeyê xîtabî mixtaran dike'. Te di heyata xwe da li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî da xîtab kiriye? Tu dizanî ku li wê derê kê rûdinê? Pêşiyê hedê xwe bizanibe. Heqaretê li Serokomarê xwe neke, bêrêziyê neke. Dibêje meriv li vê derê çawa diaxive nikare wisa li wê derê biaxive. Li welatê xwe cuda, li wê derê cuda, tiştekî wiha li ba me tuneye. Di mijarê da rastî çi be, em li vê derê çawa li ser diaxivin, em ê wisa biaxivin. Wisa şelişîn nabe. Siyaseta durist ev e."
- Em ji bo pergala serokomariyê piştgiriya we dixwazin
Serokomar Erdogan got: "Heger em îro ji bo pergala serokomariyê piştgiriya we dixwazin, ji ber feydeya dewlet û gelê me tê da heye em dixwazin. Hûn dibînin demokratên neteweyî pergala serokomariyê dixwazin, lê hêzên derva û cihêkar li hember disekinin. Ji bo kesên neteweyî, demokrat û xwemalî tu hincet û sedem tuneye li hember guherandina destûra bingehîn derkevin.
Qet hewce nake mirov li dûrê binihêre. Ji sala 1991an heta 2002an di nav heyameke 11 salan de bihayê koalîsyonan a ji bo welatê me çi ye hûn dizanin? 850 milyar dolar. Çima? Heke Tirkiye ji sala 1991an vir va bi awayekî bi îstiqrar bihata rêvebirin, îro pêşvaçûna me wê du qat zêde bûbûya. Ev jî tê wê meneyê ku niha wek welat dewlemendiya me wê li ser 1,7 trilyon dolaran bûbûya."

Serokomar Erdogan di dawiya axaftina xwe da behsa teqawîtbûna parlementeran kir û wihadewam kir:
"Welatiyekî me di kîjan şertan da, di kîjan emrî da û çito teqawid dibe parlementerê jî bi heman şeklî teqawid bibin. Yanê çaxê ku heyamekê parlementerî kir û paşê jî parlementeriya wî dewam neke ew ê wek welatiyên din ya li ciyekî bixebite yan jî bi xwe sîgorteya xwe razîne. Hetanî çi çaxê? Hetanî emrê wî yê teqawidbûnê bê. Pêşiyê van ji xwe ra hîn bibe. Ez bersivdayîna pirsên wiha ji xwe ra wek zilmê dibînim lêbelê qaşo merivê li serê mixalefeta sereke ji van derewan paşda namîne. Ez ji bo vê li ber xwe dikevim."