Muhammet Kurşun
16 Adar 2017•Rojanekirin: 17 Adar 2017
ANKARA
Partiya Çaksazî û Pêşketinê ya Tirkmen ragihand ku divê ji xeynî Pêşmerge tu hêzeke din li Şengalê nemîne û PKK jî demildest wê derê biterikîne.
Partiya Çaksaziya Tirkmen, bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûna xwe li dijî mayîna PKKyê li Şengalê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de ji xeynî bangewaziya hêminiyê li partiyên siyasî piştgiriya ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê hat ragihandin: "Em ji partiyên siyasî dixwazin ku piştgiriya xwe ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê dubare bikin."
Hat diyarkirin ku hebûna heçî hêza ji derveyî Pêşmerge binpêkirina serwerî û hikumraniya Kurdistanê û dezgehên wê ye.
Di daxuyaniyê de van îfadeyan cih girt:
"Em ew tawanên ku ziyanê digihînin Şengalê şermezar dikin. Ew hêzên li derveyî Wezareta Pêşmerge tevdigerin ne qanûnî ne. Çalakiyên ku ew dimeşînin ne di berjewendiyên xelkê Şengalê de ne. Berevajiyê vê zêdetir ziyanê digihînin xelkê deverê. Tu fêdeya wan hêzan ji xelkê Şengalê re nabe û dawiya dawîn jî dê bikevin ber xezeba xelkê."