Haydar Şahin
18 Nîsan 2017•Rojanekirin: 18 Nîsan 2017
MECLIS
Tezkereya Serokwezîriyê ya daxwaz dike ji 19ê nîsanê saet 01.00î pêva ji bo 3 mehan Rewşa Neasayî (OHAL) were dirêjkirin, pêşniyazî Serokatiya Meclisê kirin.
Di tezkereya bi îmzeya Serokwezîr Bînalî Yildirim da hat diyarkirin ku Rewşa Neasayî (OHAL) ya ku di 16ê tîrmeha 2016an da li tevahiyê welêt hatibû îlankirin, di 3yê rêbendana 2017an da hatibû dirêjkirin ji bo ku ji 19ê nîsanê saet 01.00î pêva ji bo 3 mehan dîsa bê dirêjkirin Lijneya Wezîran tewsiyaya MGKê ya 17ê nîsana 2017an jî da ber çavan û îro ev biryar sitand û pêşniyazî Meclisê kir.