26 Îlon 2016•Rojanekirin: 28 Îlon 2016
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş di navbera civîna Lijneya Wezîran da daxuyanî da çapemeniyê.
Kurtulmuş got ku di civîna Lijneya Wezîran de yek ji mijara ku li ser hat axaftin biryara Moody'sê ya ku der barê kêmkirina notê krediyê ya Tirkiyeyê de bû û wiha axivî: "Ez dixwazim pir eşkere vê bibêjim ku Nirxandina Moody'sê bi giştî nirxandineke siyasî ye. Dema hûn lê binêhêrin jixwe hûnê bibînin ku di gelek xalan de analîzên siyasî hene. Lê ya ku em fêm nakin ew e ku analîstên Moddy'sê di 21ê îlonê de nêrînek dabûn li ber xwe, di nav du rojan da ka çi bû ku ew nêrîn guherî. Em nikarin vê fêm bikin."
- Dema rewşa derasayî
Kurtulmuş der barê dema rewşa derasayî de wiha got: "Der barê dirêjkirin an jî dewamkirina rewşa derasayî de tu mijarek nehatiye Lijneya me ya Wezîran."
- "Em ne li hember birayên xwe yên kurd in"
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş, der heqê operasyona Mertala Feratê de jî axivî û wiha got: "Em dibînin, beşeke berbiçav ya hêzan, bi taybet hêzên YPGê, Minbicê vala dikin û ber bi rojhilatê Feratê vedikişin. Ev tişt ji bo Tirkiyeyê gelekî erênî û mûhîm e. Em ne li hember birayên xwe yên kurd ên ku li wir dijîn in. Lê em dizanin ku rêxistineke terorê ya wek PYD, YPG heke bi îdiaya desthilatiya hemû wê korîdorê gav biavêje, Sûriyeyê jî wek Iraqê perçe bibe. Ji ber vê Tirkiye bicidî destûrê nade vê û wê eşkere mudaxaleyê bike."
- "Îxbarên bêîmze û derew sûceke mezin e"
Kurtulmuş behsa lêpirsînên FETOyê yên di kamuyê de kir û wiha axivî: "Ne bi tenê îxbarên bêîmze, îxbarên derew jî sûceke mezin e û divê her kes vê bizanibe. Yanê wisa cihê xwe yê runiştî, berê bi yekî re dijminatiyek hebe, yan jî di navbera wan de meseleyek çêbûye ji xwe re runê û bibêje 'Ka ez nameyekê binîvîsim û vî kesî gilî bikim' nabe û bila her kes bizanibe ku bedela vê heye."
Kurtulmuş destnîşan kir ku ew ê lêpîrsînên der barê FETOyê de bişopînin û wiha pê de çû: "Sûcê ku FETOyê kir, di dîroka Komara Tirkiyeyê de heta wisa ku bêyî ku ez zêde mezin bikim, di dîroka axa me ya Anadolu û Rumeliyê de sûcê herî giran e. Eleqeya kî bi vê sûcî ve hebe, ew jî şirîkê vê sûcê giran in. Hewce nake ku balafirê bifirîne û Meclisê bombe bike. Kesekî bi tenê ew kar kir, lê em hemû dizanin ku li pişt wî kesî bi hezaran, deh hezaran kes hene. Ji ber vê gotin an jî tevgereke ku vê sûcê giran sivîk bike divê neyê gotin û neyê kirin. Em ji roja ewil pê ve vê dibêjin. Lê em ê di heman demê de biedalet tevbigerin. Ji bo ku neheqî pozê kesî jî xwîn nebe, bila tu kesek neheqî neyê darizandin emê bixebitin. Bi vê hesasiyetê ve lêpirsîn dewam dikin."
- "Bila hêzên muxalif ên netund beşdarî operasyonên Reqa û Mûsilê bibin"
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş ji bo operasyonên Reqa û Mûsilê got ku divê ev operasyon ji hêla muxalifên netund ên herêmî ve bên kirin û wiha dewam kir: "Der barê operasyonên Reqa û Mûsilê de tevgera Tirkiyeyê eşkere ye. Em dibêjin ku bila li herdu cihan jî yekîneyên herêmî operasyonan bikin. Ew jixwe li van bajaran dijîn. Yekîneyên muxalif ên netund bila beşdarî operasyonên Reqa û Mûsilê bibin û bila ev operasyon di bin kontrola koalîsyona navneteweyî bên kirin. Ji ber vê divê bi taybetî PYD û YPG di herdu operasyonan de cih negre. Ev ji bo me pir girîng e."