Fatih Gazioğlu
22 Gulan 2018•Rojanekirin: 22 Gulan 2018
ANKARA
Roja civîna nasandina namzedên CHPyê ya ku dixwestin di 24ê gulanê de bikin wekî 26 gulanê hat guhertin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hildan, CHP ji ber ku wê rojê civîna AK Partiyê jî heye roja nasandina namzedên xwe guhert.
Li gor biryara nû, civîna nasandina namzedên CHPyê wê 26ê gulanê roja şemiyê li Otela JW Marrîottê wê were kirin.
Di civînê de danezana hilbijartinê jî wê were eşkere kirin.