Hat ragihandin Konferansa Neteweyî ya Kurdan a ku li Hewlêrê dê bihata lidarxistin û cara duyemîn hat paşvedan, ji ber têkoşîna îktîdarê ya di navbera aliyan de paşve hat avêtin.
Şîroveyên li ser paşvedana Konferansa Neteweyî ya Kurdan hê jî dewam dikin. Komîteya Amadehiyê hilbijartinên li herêmê ku dê di 21ê Îlonê de bên kirin weke sedem nîşan da û Konferans taloqî 25ê Çiriya Paşîn kir. Lê tê îdiakirin ku sedema rastî ya paşdeavêtina Konferansê têkoşîna bo îktîdarê ye. Hat diyarkirin ev têkoşîn di navbera Bakûr û Başûr de ye.
Li gor agahiyên ku nûçegîhanê AAyê hildan, di Komîteya Amadehiyê de ji destpêkê heya niha, ji bo vexwendina delegeyan lihevkirin çênebûye. Bi taybetî jî di navbera nûnerên PKK û PYDê û nûnerên Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal Mesud Barzanî de, ji bo parvekirina delegeyan lihevnekirin hebûye.
PKK dixwaze ji Tirkiye, Îran û Sûriyê komên nêzî wê wek delege bên dewetkirin lê HKIF jî dibêje ji ber ku xwediyê malê ez im, lazim e ku Kurdên Tirkiye û Iraqê wekhev bên temsîl kirin. Di vê konferansê de Barzanî naxwaze biryareke ku cîranên derdorê aciz bike bê dayîn û destûra vê nade. Ji ber vê jî konferans paşve hat avêtin.
Ji aliyê din ve, PKK û PYDê îdia kirin ku li Rojava li ser kurdan komkujî hatiye kirin. Li ser vê Barzanî ji bo lêkolîna komkujiyê komiteyeke ku ji 7 kesan pêk tê damezrand. Komîteyê jî lêkolîn kir û rapora xwe pêşkeş kir lê li gor raporê li dijî kurdan tu komkujî nehatiye kirin. Li ser vê aciziya di navbera herdu alîyan de zêdetir bû.
Endamê PDKê Kemal Kerkukî ku di Komîteya Amadehiyê de ye, destnîşan kir ku sedema paşveavêtina konferansê hilbijartinên li HKIFê ne.
Ji Kerkukî hat pirsîn "Gelo ji ber lihevnekirina parvekirina delegeyan konferans hat paşveavêtin?" Kerkukî got: "Ev îdia hemû derew in. Sedema paşveavêtinê bi tenê hilbijartin in."
Kerkukî da zanîn ku naxwazin konferanseke di bin siya hilbijartinan de bê kirin û wiha dewam kir: "Li ser vê em gelek fikirîn. Ji ber ku amadehiyên hilbijartinê dest pê kirin, hemû endam û delegeyan dest bi xebatên hilbijartinê kirin. Em dixwazin ku her kes bi kongreyê re mijûl bibe. Ev konferans ji ber ku nûnertiya hemû kurdan dike, me xwest di demeke baştir de bê kirin. Ji ber vê me biryara paşvedayînê da.
Koordînatorê Însîyatîfa Azadî û Endamê Komîteya Amadehiyê Adem Ozcaner jî diyar kir ku pêşniyariyên hin endaman bi piranî hatin qebûl kirin û konferans li ser vê paşve hat avêtin û wiha pê de çû: "Ji bo parvekirina delegeyan me li hev nekir. Ji bo modela kongreyê jî em çikas ketin niqaşê jî me dîsa li hev nekir. Konferans bi rayên endaman taloqî 25ê çiriya paşîn hat kirin. Sedema paşvedanê jî bi tenê hilbijartin in."
Ozcaner îdiayên ku dibêjin Îran, Tirkiye û Iraq naxwazin ev konferans bê lidarxistin jî bi bîr xist û got: "Tu gef li endamên kongreyê nehatin kirin. Bi gefên tu dewletan jî ev konferans nayê paşveavêtin.
21 endamên komîteyê û 8 endamên komîsyonê li ser daxwaza Mesud Barzanî niqaş û gengeşiyên ku di civînan de diqewimin bi çapemeniyê re parve nakin. Endamên komîteyê li Erbîlê di otelekê de dimînin û mêvanên Barzanî ne û Rêveberiya HKIFê hemû mesrefên wan dike.