ANKARA
Serokomar Abdullah Gul ê ku ji bo ziyareta fermî li Kuweytê ye li pey hev li gel Serokê Meclisa Kuweytê Merzûk Elî el-Ganîm û Wezîrê Karên Derve û Arîkarê Yekemîn ê Serowezîrê Kuweytê Şêx Sabah Xalid el-Hamad es-Sabah re hatin bal hev.
Hevdîtinên ku di serî de dîmen hatin girtin li Qesra Beyanê pêk hat û bi awayekî nehênî dewam kir.
Di hevdîtinan de Arîkarê Serokwezîr Emrûllah Îşler, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Darayê Mehmet Şîmşek û Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz jî amade bûn.