ANKARA
Serokomar Abdullah Gul der barê namzediya serokomariyê de wiha got: "Min gotibû ku ez ê bi hevalên xwe re biaxivim û bişêwirim. Helbet ez ê di serî de bi hevalê xwe yê herî hêja Birêz Serokwezîr re bişêwirim û em ê li gor rewşê biryarê bidin. Helbet ez ê li ser mijarên ku kesayeta min eleqedar dikin biaxivim û girîngiya gotin û fikr û ramanên min dê hebin."
Gul bi Serokomarê Kenyayê Uhuru Kenyatta re li Qesra Çankayayê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist û pirsa der barê hilbijartina serokomariyê de bersivand.
Gul got ku piştî hilbijartinên herêmî diyar bû ku rojevê bihata ser hilbijartina serokomariyê û wiha pê de çû: "Ji ber vê çendê min jî beriya her kesî got ku ' êdî dema axaftina vê mijarê hat, dê li ser vê mijarê bê axaftin.' Divê em hinekî durust û realîst bin. Min gotibû ku ez ê bi hevalên xwe re biaxivim û bişêwirim. Helbet ez ê di serî de bi hevalê xwe yê herî hêja Birêz Serokwezîr re bişêwirim û em ê li gor rewşê biryarê bidin. Helbet ez ê li ser mijarên ku kesayeta min eleqedar dikin biaxivim û girîngiya gotin û fikr û ramanên min dê hebin."