Serokomar Gul der barê girtinên demdirêj de wiha got: "Girtinên ku demên wan dirêj in, wek cezayê dibin. Divê ev bê çareserkirin, ji bilî vê di nav demeke wiha dirêj de biryar nedayîn jî tiştekî ne baş e."
Rojnamevanekî Nîjerî ji Gul pirsî, "Ev demeke ku Tirkiyeyê berê xwe ber bi Afrîkayê ve vegerandiye. Hûn bi awayekî çawa tevdigerin, hûn dikarin ji me re bibêjin?"
Gul ev pirs wiha bersivand: "Sedema ewil ew e ku em li dijî pirsgirêkên Afrîkayê bêdeng nemînin. Di vê çarçoveyê de em salê 2 milyar dolar alîkariyê didin dinyayê."
- Mirina Berkîn Elvan
Serokomar Abdullah Gul der barê Berkîn Elvanê ku di bûyerên Parka Geziyê de birîndar bûbû û îro wefat kir de jî wiha got: "Serê sibê min di televizyonê de dît, bi rastî pir xemgîn bûm. Zarokekî me yê 14 salî bû. Îro min bihîst ku miriye. Ez sersaxiyê didim malbata wî. Ez jî bi wan re xemgîn im."
Gul diyar kir ku ji bo bûyerên nû neqewimin divê her kes pir baldar be û derfetê nede ku êşên nû neyên kişandin û wiha pê de çû: "Duh ez bi Waliyê Stenbolê re axivîm. Bawer dikim ku dê baldar tevbigerin. Cardin dixwazim bibêjim ku xemgîn im."
- Girtinên ku demên wan dirêj in
Serokomar Gul der barê girtinên ku demên wan dirêj in de jî wiha axivî: "Li vir pirsgirêka bingehîn ew e ku dadgeh biryardayînê dereng dixin. Heke di nav 5 salan de der barê sûcên ku failên wan hatine girtin de jî nikaribin biryaran bidin, divê em hemû bi cidî bifikirin. Bînin bîra xwe, di doza Hizbullahê de jî ji ber ku dadgehan di nav 10 salan de biryar nedabûn, tehliye çêbûbûn."
Gul axaftina xwe wiha domand: "Girtinên ku demên wan dirêj in, wek cezayê dibin. Divê ev bê çareserkirin, ji bilî vê di nav demeke wiha dirêj de biryar nedayîn jî tiştekî ne baş e. Heke ku kiriyarên bûyerê nehatana dîtin, nehatana girtin wê demê dibe ku mirov bibêje pêvajo evqas dirêj bibe. Di heman rojê de kiriyar hatine girtin, lê ewqas dem di ser re derbas bûye. Bi ya min divê li ser van bi awayekî cidî bê rawestin û tevdîrên ku hewce dikin bên girtin. Der barê vê de hin verastikirin hatin kirin. Wek ku kêmkirina jimara endamên Şûraya Bilind û Dadgeha Bilind. Dosyayên zêde hatin kêmkirin."