28 Nîsan 2016•Rojanekirin: 28 Nîsan 2016
DOHA
Di ziyareta Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya li Qatarê da di navbera herdu welatan da peymana leşkerî ya ewil hat îmzekirin
Peymana der barê li Qatarê bicîbûna Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê da li ber Serokwezîr Davutoglu û Serokwezîrê Qatarê û Wezîrê Navxweyî Ebdillah Nasir bin Xelîfe el Sanî hat îmzekirin.
Peyman di navbera heyetên ku Davutoglu û Şêx Ebdillah serokatiya wan kirin da bi destê Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz û Wezîrê Berpirsiyarê Parastina Qatarê Xalid bin Mihemed el Atiye va hat îmzekirin.
Hat ragihandin ku Serokwezîr Davutogluyê îro di çarçoveya temasên li Qatarê da Fermandariya Hêzên Bejayî ya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ziyaret bike.