Mehmet Şah Yılmaz
09 Sibat 2025•Rojanekirin: 09 Sibat 2025
Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin li Tehrana paytextê Îranê bi Serokê Îstixbarata Îranê Îsmaîl Xetîb û Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî Elî Ekber Ehmediyan ra hevdîtin kir.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan Serokê MÎTê Kalin li Tehranê bi Xetîb û Ehmediyan ra hevdîtin kir.
Di hevdîtinan da di serî da PKK û DEAŞ têkoşîna dijî rêxistinên terorê, tehdîdên hevpar, rewşa li Sûriyeyê, agirbesta li Xezeyê û geşedanên der barê mijara Filistînê da bi berfirehî hatin guftûgokirin.