Fatih Gazioğlu
17 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2018
BEYRUT
Arîkarê Wezîrê Karên Derva yê Îranê Huseyn Cabirî Ensarî got ku şêwirmendên Îranî li ser daxwaza Beşşar Esed ya fermî li başûrê Sûriyeyê ne.
Ensarî bi Cîbran Basîlê Wezîrê Karên Derva yê Libnanê re li Beyrutê civiya.
Der barê hevdîtinê da ji Ofîsa Çapemeniyê ya Wezareta Karên Derva ya Libnanê daxuyaniyek niviskî hat weşandin û wiha hat ragihandin: "Ensarî got ku şêwirmendên Îranî li ser daxwaza Beşşar Esed ya fermî li başûrê Sûriyeyê wezîfedar in."
- Daxwaza me ya ewil vegerîna penaberên Sûriyeyî ne
Ensarî got ku bicihbûna Îranê ya li Sûriyeyê di çarçoveya kordînasyona navbera Şam û Tehranê de wê were diyarkirin û daxwaza wan ya ewil jî vegera penaberên Sûriyeyî ya bo welatê wan e.
Ensarî destnîşan kir ku hevdîtinên Astanayê yên 10emîn wê bi beşdarbûna 3 welatên garantor, Neteweyên Yekbûyî û Dewleta Sûriyeyê wê di demekê kin da li Soçiya bajarê Rûsyayê werin kirin.
Ensariyê arîkarê wezîr û nûnerê Hesen Rûhaniyê Serokomarê Îranê yê taybet got çareserbûna krîza Sûriyeyê ne tenê bo Sûriyeyê, wê ji bona hemû herêmê gelekî bifeyde be.
Peymana nukleerî di navbera Amerîka, Îngiltere, Fransa, Rûsya û Çîna ku welatên endamên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ne û Îranê da piştî mizakereyên qasî du salan dewam kiribûn di 14yê tîrmeha sala 2015an de li Viyanayê hatibû îmzekirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyandibû Amerîka wê ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişe û mueyîdeyên aborîyê yên li hember Îranê yên ku di sala 2015an de hatibûn rakirin wê car din bi awayekî xurt bisepîne.