13 Mijdar 2016•Rojanekirin: 14 Mijdar 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya li merasîma oxirkirina keştiyê ya li Keştîxaneya Tuzla-Sedefê da wiha got, "Tirkiyeyê kesê ku bawerî pê anî, pê ewle bû û lê veberhênan kir, mehcûb nekir, mehcûb nake. Piraniya veberhênerên navneteweyî ji ber ku ev rastî dîtin, li Tirkiyê veberhênanên xwe bi zêdekirin didomînin."
Serokomar Erdogan der barê çalakiyên terorê yên ku rû didin da jî wiha got, "Çalakiyên rêxistinên terorê bi tenê li ciyê bûyerê û wê demê bandora xwe dide hîskirin. Ji xeynî wê xemgînî û hêrsa me zêde dike, lêbelê bi tu awayî li ser karên me karîgeriya xwe tuneye. Herçend bi şev hewldana derbeyê rû bide jî sibetirê li welat her tişt li ser xeta xwe diherike."
Herwiha Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser veberhênana navneteweyî ya li Tirkiyê û wiha xeberda, "Tirkiyeyê kesê ku bawerî pê anî, pê ewle bû û lê veberhênan kir, mehcûb nekir, mehcûb nake. Piraniya veberhênerên navneteweyî ji ber ku ev rastî dîtin, li Tirkiyê veberhênanên xwe bi zêdekirin didomînin."
"Baweriya min bi karsazên me heye"
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da anî ziman ku baweriya wî bi karsazên xumalî heye û wiha berdewam kir, "Tirkiyeya ku veberhênerên navneteweyî lê bawerin, divê karsazên me jî lê bawer bin û veberhênanên xwe taloq nekin. Heke xeletiyê bikin, evê winda bikin. Werin veberhênanên xwe zêde bikin. Ez çawa ku baweriya xwe li welat û gelê xwe tînim, ez wisa jî karsazên xwe bibawer im."