Nihat Kavşut
27 Hezîran 2018•Rojanekirin: 27 Hezîran 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî wê di saet 16.00an da li Kuliyeya Serokomariyê bicivin.
Di serokatiya Serokomar Erdogan da du li Stenbolê civîna nirxandinê ya der barê pêvajoya derbasbûna Pergala Hikûmeta Serokomariyê da hatibû kirin.
Di civîna nirxandinê ya der barê pêvajoya derbasbûna Pergala Hikûmeta Serokomariyê da Serokwezîr Bînalî Yildirim û hin wezîr û burokrat amade bûn.
Li gor agahiyên çavkaniyên serokomariyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî wê di saet 16.00an da li Kuliyeya Serokomariyê bicivin û tê texmînkirin ku Serokwezîr Bînalî Yildirim jî beşdar be.