Türkan Tosun
27 Hezîran 2018•Rojanekirin: 28 Hezîran 2018
KOPENHAG
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Danîmarkayê Anders Samuelsen hatin bal hev.
Çavuşoglu ji bo ku beşdarî Konferansa Reformê ya Ukraynayê ya navneteweyî bibe hat Danîmarkayê û li paytext Kophenagê bi Wezîrê Karên Derva yê Danîmarkayê Anders Samuelsenhatîn re hevdîtinek kir.
Samuelsen û Çavuşoglu li ser têkiliyên herdu welatan, têkoşîna dijî terorê, têkiliya Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (YE) axivin.
Çavuşoglu got divê Danîmarka destûrê nede çalakiyên PKKya rêxistina terorê û saziyên ku têkiliya wan bi wê ra heye.
Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê Twîtterê wêneyeke hevdîtinê parve kir û got ew bi Wezîrê Karên Derva yê Danîmarkayê Samuelsen re li ser mijarên dualî, di têkoşîna dijî terorê de hevkarî, têkiliya Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê axivîne û wî aniye ziman ku divê Danîmarka destûrê nede PKKya rêxistina terorê û saziyên ku têkiliya wan bi wê ra heye.