Önder Beyter
18 Îlon 2018•Rojanekirin: 19 Îlon 2018
TAHRAN
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cevad Zerîf diyar kir ku dîplomasiya aktîf cenga li îdlibê da sekinandin û tesîra dîplomasiyê heye.
Wezîr Zerîf der heqê biryara Tirkiye û Rûsyayê ku dê li Îdlibê herêmeke bêçek were duristkirin da ji ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da.
Wezîr Zerîf diyar kir ku ziyaretên wî yên Enqere û Şamê, zîrveya Tirkiye-Rûsya-Îranê ya li Tehranê û herî dawîn jî hevdîtina li Soçiyê û dîplomasiya aktîf, cenga li îdlibê da sekinandin ku ji vê jî xuya ye ku tesîra dîplomasiyê heye.
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Îranê Behram Qasimî jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da daxuyand ku ew ji biryara Îdlibê ya Tirkiye û Rûsyayê xweş in.
Qasimî diyar kir, biryara ku li Soçiyê hat wergirtin, ji bo bi temamî jinavbirina bermayiyên terorîst ên li Sûriyeyê, biryareke girîng e û herwiha dê bi kêrî çareseriya siyasî jî were.
Qasimî got, hêviya wan ew e ku digel pêvajoya Astanayê ku bi serkeftî bi rê va çû û hewldanên dîplomatîk ên li zîrveya dawîn a li Tehranê, roleke erênî ya vê civînê jî hebe da ku çîleya xelkê Sûriyeyê zûtirekê bi dawî bibe.