02 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2016
ANKARA
Balafirên şer ên Fermandariya Hêzên Hewayî di çarçoveya Hereketa Mertalê Feratê da li herêma Bzagah û Sulfaniyahê 3 avahî û 2 wesayîtên çekdar ên DEAŞa rêxistina terorê îmha kirin.
Di agahdarkirina Serokatiya Sererkaniyê da hat gotin ku Hereketa Mertalê Feratê ya di 24ê Tebaxê da ji bo berterefkirina di serî da DEAŞ û rêxistinên terorê yên din dest pê kiribû, dewam dike.
Di roja 101mîn a hereketê da balafirên şer ên Fermandariya Hêzên Hewayî li herêma Bzagah û Sulfaniyahê 3 avahî û 2 wesayîtên çekdar ên DEAŞê îmha kirin.
Ekîbên AFAD û Kizilayê jî ji bo sivîl û personelên Artêşa Sûriyeya Azad xebatên di qada lojîstikê da dikin, didomînin.