04 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2019
IGDIR
Li Aralika navçeya Îdirê di êrîşa terorîstên PKKya rêxistina terorê ku li ser sînorê Tirkiye-Îranê lidarxistin da eskerek şehîd ket û 2 esker jî birîndar bûn
Li gor agahiyên hat hildan li texma gundê Emînceyê li ser xeta sînorê Îranê di saet dora 02.30yî da ji Qereqola Hidûd a Bulent Aydinê (Lego 8) Tîma Komandoya Taybet a Hidûd a ji 10 kesî pêk dihat li texma bircê derketibû dewriyeyê û komeke terorîstan a ji 8-10 kesî pêk dihat ku bi dizî heta ber sînor hatine bi roketavêj, bombeyên destan û çekên lûledirêj va êrîşî eskeran kirin.
Di encama êrîşa terorîstan da eskerek şehîd ket û 2 esker jî birîndar bûn.
Hêzên ewlehiyê demildest bersiv dan û şer derket.
Serê sibehê dema li herêmê kontrol hatin kirin hat dîtin ku terorîstek di nav zilan da hatiye kuştin û wisa tê texmînkirin herî kêm du terorîst jî awayekî birîndar ji hêla mensûbên rêxistinê va derbasî aliyê din ê sînor hatine kirin.
Du eskerên birîndar jî birin nexweşxaneya li Îdir û Aralikê û hat hînbûn ku rewşa herduyan jî baş e.