27 Hezîran 2017•Rojanekirin: 27 Hezîran 2017
BATMAN
Li Batmanê di operasyona li dijî PKKya rêxistina terorê da teqemeniyên ku di nav qoşxaneya tûtiklî û tenekeyê rûn ê 20 kîloyê da hatine amadekirin û gelek muhimat hatin bidestxistin. Der heqê bûyerê da 4 gumanbar hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, ekîbên Midûriya Emniyeta Bajêr ji bo ku mensûbên rêxistina terorê ya cudaxwaz û hevkarên wan werin deşîfrekirin û astengkirin, di çarçoveya xebatên îstixbarî da li avahiyên Kuyubaşi TOKIyê li ser navnîşaneke diyarkirî operasyon kir.

Di operasyonê da roketavêj, 13 serên roketavêjan, 12 fîşengên sewqê yên roketavêjan, 2 hezar û 100 heb fîşengên tijî yên 7,62 mm, 440 muhimatên bîksiyê, teqemeniyên destçêkirî yên ku di nav du qoşxaneyên tûtiklî û tenekeyê rûn ê 20 kîloyê da hatine amadekirin û 200 mêtre qabloya ceyranê hat bidestxistin.
Li emniyetê îfadeya 4 kesên ku hatin binçavkirin, didome.