27 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2016
ANKARA
Di çarçoveya Hereketa Mertalê Feratê da 158 hedefên DEAŞa rêxistina terorê yên li El Babê hatin îmhakirin û 13 terorîst jî hatin berterefkirin.
Li gor agahiya TSKê, Hereketa Mertalê Feratê ya ku li bakurê Sûriyeyê ji bo parastina ewlehiya hidûd, piştgiriya hêzên hevpeymanê û berterefkirina tehdîda rêxistinên terorê di 24ê tebaxê de dest pêkiribû, dewam dike.
Di roja 126emîn a hereketê da ji bo kontrolkirina El Babê operasyon dewam dikin û di pevçûnên qewiîn da 2 muxalif şehît ketin û 13 terorîstên DEAŞê jî hatin berterefkirin.
Di operasyonê da 158 hedefên rêxistina terorê DEAŞê yên ku bi wasiteyên tespîtkirina hedefan va hatin tespîtkirin, bi wasiteyên guleagirkirinê va dan ber guleyan. Stargeh, kozik, tesîsên kontrola komûtayê, çek û wesayîtên terorîstan hatin jinavbirin, beşek jê jî bûn bêkêr.
Ji xeynî vê, bi guleagirkirinê va kozikên DEAŞê yên ku pêşveçûna unsûrên TSKyê asteng dikin, kirin bin zextê.
Tîmên tespîtkirin û jinavbirina madeya teqemeniyê li deverên ku ji rêxistina terorê DEAŞê tên paqijkirin, piştgiriyê didin muxalifan û herwiha ji destpêka operasyonê heya niha 2 hezar û 387 teqemeniyên destçêkirî û 42 mayîn ji navê birin.